• Wednesday, 25 February 2026
logo

Artêşa Amerîka: Kurd û pêşmerge hevpeymanên me yên girîng in

Gulan Media February 9, 2022 Nûçe
Artêşa Amerîka: Kurd û pêşmerge hevpeymanên me yên girîng in

Fermandarê nû yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Kurilla ragihand: “Kurd û hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê hevpeymanên me yên girîng in.”

Li ser pirsa vekişîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê, Fermandarê nû yê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê ragihand: “Hêzên me li Iraqê dimînin, ji ber ku hêzên Iraqê, ne di wê astê de ne ku bikarin rûbirûyî gefên terorîstên DAIŞê bibin.”

Derbarê Îranê de jî diyar kir: “Îran bûye gefeke cidî li navçeyê, em ji bo wê yekê dixebitin ku şiyana hevpeymanên xwe li navçeyê li hember gefên Îranê bilind bikin.”

Herwiha eşkere kir: “Ji bo rûbirûbûna wan gefên Tehranê, em ê sîstema berevaniya ji gefên Îranê bidin hevpeymanên xwe yên li navçeyê.”

Top