• Wednesday, 25 February 2026
logo

Derbarê Semra Guzel de dosye bo Komîsyona Têkel hat şandin

Gulan Media February 9, 2022 Nûçe
Derbarê Semra Guzel de dosye bo Komîsyona Têkel hat şandin

 Komîsyona Amadekar a Parlamentoya Tirkiyê dosyeya derbarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel de ku bi armanca rakirina parêzbendiyê hatiye amadekirin bo Komîsyona Têkel şand.

Komîsyona Amadekar dosyeya derbarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Semra Guzel de ku bi hinceta wêneyê wê yên ligel gerîlayê PKKê hatine dîtin temam kir.

Li gor agahiyan Komîsyona Amadekar 8ê Sibata 2022ê raporta xwe bo Komîsyona Têkel ku ji endamên Komîsyonên Destûra Bingehîn û Dadê pêk tên şand û raporta ku li ser îdîaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza rakirina parêzbendiyê hatiye amadekirin bi piraniya dengan hatiye qebûl kirin.

Li Komîsyona Amadekar ji dêlva Guzel Parlamentera HDPê Filiz Kerestecioglu parastina wê kiribû û Endamê Komîsyona Amadekar yê HDPê Mehmet Ruştu Tiryaki derbarê raportê de nerazîbûna xwe pêşkêşî Komîsyona Têkel kir.

Li gor agahiyan piştî Komîsyona Têkel raport û nerazîbûnê lêkolîn bike di nav hefteyekê de bo Guzel parastina xwe bi devkî û nivîskî bike dê were agahdarkirin. Dîsan eger Semra Guzel bixwaze dikare ji dêlva xwe kesekî din bo parastinê diyar bike yan jî bixwe parastinê bike. Piştî vê parastinê dê bo rakirina parêzbendiyê deng bên dayîn. Eger biryara rakirina parêzbendiyê bê dayîn dê raport bo Lijneya Giştî ya Parlamentoyê bê şandin û piştî dengdana li Lijneya Giştî dê rakirina parêzbendiya Parlamentera HDPê Semra Guzel bê diyar kirin.

Li gor agahiyan di bombebarana 29ê Nîsana 2017an a li gundê Axçali yê Semsûrê de 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dabûn û hatibû ragihandin ku yek ji wan jî Volkan Bora ye.

Li gor medya Tirkiyê, di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê ve hat kirin de, di telefona desta ya Volkan Bora de gihiştine wêneyan ku hinek ji wan jî ligel Semra Guzel kişandine.

Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de li Amedê wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin.

 

Rudaw

Top