• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Enbarê teqîn – Gelek kuştî û birîndar hene

Gulan Media February 9, 2022 Nûçe
Li Enbarê teqîn – Gelek kuştî û birîndar hene

Li parêzgeha Enbar ya Iraqê di teqînekê de herî kêm 3 serbazên Iraqî hatin kuştin.

Medyaya Iraqî ragehandiye, îro danê sibê li gundê Segar li nahiya Rutbe li parêzgeha Enbar ya Iraqê bombek bi otomobîla hêzên Iraqî de teqiya.

Li gorî agahiyan, ji ber wê teqînê 3 serbaz û sivîlek hatin kuştin û komek serbaz û sivîl jî birîndar bûn.

Duhî jî li devera Rawe li parêzgeha Enbarê bombek bi otomobîleka hêzên Iraqî de teqiyabû û bibû sebeba kuştin û birîndarbûna çendîn serbazan.

 

 

Basnews

Top