• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rayedarên Îranî Amerîka tawanbar dikin

Gulan Media February 8, 2022 Nûçe
Rayedarên Îranî Amerîka tawanbar dikin

dibêje lazime Amerîka dev ji xelayên xwe berde.
Dibêjin ev gerên han bo ceza kirina Amerîkayê ne.

Rayedarên Îranî derbarê gerên danûstandinên navbera Îran û welatên Rojavayî yên taybet bi bernameya etomiya Îranê de, gotinên curbicur dikin û Amerîka tawanbar dikin.

Di vê derbarê de Serokê berê yê asayîşa nîştimaniya Îranê Elî Şemxanî diyar kiriye ku tiştên ku Trump dixwest bi darê zorê ji Îranê bistîne, niha Biden dixwaze bi sozên vala wan tiştan bidest bîne, lê lazime bizanibin heta ku Amerîka ji xewin û xelayên xwe yê vala dernekeve, ti encam ji danûstandinan çê nebe.

Ji aliyeke din ve Serokê komîsyona siyaseta derve ya parlementoya Îranê jî diyar kiriye ku gerên diyaloga navbera Îran û Rojavay, amûrên cidî ne bo ceza kirina Amerîkayê.

Herwiha îro sêşem şanda Îranî bo dubare destpê kirina danûstandinan çûye Ewrûpayê.

Top