Serokê hikûmeta Kurdistanê zêdetirî 4 milyar dînar bo çend pirojeyan li Duhok û Zaxo terxan kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî zêdetirî 4 milyar dînar bo çend pirojeyan li Duhok û Zaxo terxan kir.
Fermangeha medya û zanyarî ya hikûmeta Kurdistanê ragehandiye, di çarçoveya pilanên kabîneya nehem ya hikûmeta Kurdistanê de bo girîngîdana parêzgehan û deveran, serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî rizamendî li ser terxankirina 4 milyar û 378 milyon dînar bo 68 pirojeyan li parêzgeha Duhok û îdareya serbixwe ya Zaxo nîşan da.
Fermangehê daye zanîn jî, ew bûdceya han dê di çend qonaxan de were xerckirin.
Basnews
