• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokê fraksiyona PDKê: Ti valatiyekî yasayî tine ku helbijartin di dema xwe de birêve neçe

Gulan Media February 8, 2022 Nûçe
Serokê fraksiyona PDKê: Ti valatiyekî yasayî tine ku helbijartin di dema xwe de birêve neçe

Serokê fraksiyona PDKê ragehand, divê helbijartina dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de birêve biçe û ti valatiyekî yasayî tine, ku helbijartin di dema xwe de birêve neçe.

Îro 08.02.2022yê serokê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Zana Melaxalîd ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ji bo helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de birêve biçe, divê komîsyona helbijartinê bê çalak kirin û nû kirin û li gor encamên dema pêncem a Parlamentoya Kurdistanê be.’’

Derbarê yasaya helbijartinê de jî got: Divê herêma Kurdistanê yek bazine be, giring nîne hejmara kursiyan çend dibe, ya giring li gel PDKê yekparçeyiya herêma Kurdistanê ye.

Derbarê egera rêkneketina aliyan de jî Zana Melaxalîd got, divê serokatiya Parlamentoya Kurdistanê bi erkê xwe yê yasayî rabe û lijneyekî ji bo nû kirina komîsyonê pêkbîne.

Derbarê dema birêveçûna helbijartina dema şeşem de jî Zana Melaxalîd ragehand; ‘’Divê heta roja 06.11.2022yê helbijartina dema şeşem a Parlamentoyê pêkbê û encam jî bên pejirandin û banga yekem civîna Parlamentoyê jî bê kirinê.’’

 

Basnews

Top