• Wednesday, 25 February 2026
logo

Encamên 13 rapirsiyan: Dengên Tifaqa Millet ji dengên Tifaqa Cumhur zêde ne

Gulan Media February 8, 2022 Nûçe
Encamên 13 rapirsiyan: Dengên Tifaqa Millet ji dengên Tifaqa Cumhur zêde ne

Li gor encamên 13 rapirsiyên cuda ku di meha Çileyê ya 2022an de hatine kirin dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê CHP û ÎYÎ Partiyê pêk tê ji dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AK Partî û MHPê pêk tê zêdetir in.

Rûpela Rapor û Rapirsiyan encamên nîvekî yên rapirsiyên kompanyayên Metropoll, Gezici, Artıbir, AR-G, Area, Aksoy, ORC, MAK, İEA, TEAM, AKAM, Yoneylem û Sosyopolitikê ku di meha Çileyê de kiribûn eşkere kir.

Li gor encamên 13 kompanyayên rapirsiyê dengên Tifaqa Millet %40,5 in û dengên Tifaqa Cumhur %39,6 in.

Encamên nîvekî yên 13 kompanyayên rapirsiyê ku di meha Çileyê de hatine kirin wiha ne:

AK Partî: % 32,2

CHP: % 27,1

ÎYÎ Parti: % 13,4

HDP: % 10,6

MHP: % 7,4

Partiya DEVA: % 3,1

Partiya Pêşerojê: % 1,7

Seadet: % 1,3

Partiya Memleket: % 0,9.

 

Rudaw

Top