Parlamentoya Iraqê nekarî serokomarê nû hilbijêre
Di civîna li Parlamentoya Iraqê de ji ber ku bi qasî ku pêwîst dike, parlamenter beşdar nebûn, serokomarê nû nehat hilbijartin.
Li gorî bernameya Parlamentoya Iraqê îro d ji bo destnîşankirina serokomarê nû, hilbijartin bihata kirin, lêbelê bi tenê 58 parlamenter beşdarî civîna parlamentoyêê bûn ku hejmara kursiyên wê 329 e.
Her sê hevpeymanên serkeftî yên serekî yên hilbijartinê, Tevgera Sedir ku 73 kursiyên wê hene û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) 31 kursiyê wê hene û Hevpeymaniya Serwerî (ya Suniyan) 67 kursiyê wê hene ku bi xwe ji du hevpeymaniyên Teqedeum û Ezim pêk tê, biryar sitandibûn ku beşdarî rûniştina îro nebin.
Ji xeynî parlamenterên serbixwe, parlamenterên Tevgera Nifşa Nû û yên Koalîsyona Îmtîdadê beşdarî rûniştinê bûn.
Serokomar ji Kurdan tê hilbijartin
Li Iraqê li gorî pergala siyasî ya ku piştî sala 2003yan hatî danîn, serokomar ji Kurdan tê hilbijartin.
25 kesan xwe bo posta serokkomariyê berbijêr kirine, rikeberiya herî tund û sereke li ser vê postê di navbera PDK û YNK de ye.
Roja Yekşemê Dadgeha Bilind a Federal biryar da, berbijêrkirina Hoşyar Zêbarî bo posta serokkomariyê rawestîne, heta ku biryara dadgehê derbarê wî de derkeve û Zêbarî jî ragihand, rêz li biryara dadgehê digre.
Ji bo ku wekî serokomar bê hilbijartin ji namzedan divê yek ji sisêyan duduyê dengê Meclisê bistîne.
Rudaw
