• Wednesday, 25 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir

Gulan Media February 7, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber 28.mîn salvegera ragehandina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê pîrozbahî li emîndarê giştî, rêveber, endam û alîgirên wê partiyê kir.

Îro 06.02.2022yê êvari serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya pêwendiyekî telefonî ya li gel emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behadîn de, ji ber 28.mîn salvegera ragehandina Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê pîrozbahî li emîndarê giştî, rêveberî, endam û alîgirên Yekgirtûya Îslamî kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest.

Emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê jî bi navê xwe û rêveberiya Yekgirtûya Îslamî spasiya serokê hikûmetê kir ji ber wê pêwendî û pîrozbahiyê.

Top