Li Hewramanê 120 tirimbîl asê mane
duhê dîsa befreke zêde li vê geliyê bariye.
7 aşût li geliya Jalane ya li Hewramanê ketine.
Li gor zaniyariyên ku ji Hewramanê dest ketine, jiber barîna berfê ya duhê, 7 aşûtên mezin li geliya Janale ketine.
Jiber ketina aşûtan rêya navbera Merîwan, Hewraman û Pawe hatiye girtin û hêzên têkildar mişxûlî vekirinê rê ne.
Herwiha hate zanîn ku 120 tirimbîlên welatiyan jî di nava aşûtan de mane asê û hewldanên rizgar kirina wan berdewamin.
Weke tê zanîn piştî çiyayê Şaho û geliya Tete, geliya Jalane li devera Hewramanê bilindtirîn geliye û her sal berfeke gelek zêde têde dibare û bo çend rojan rêya beşeke mezin ya Hewramanê bi taybetî navçeya Hewramana text tê daxistin.
