Çavdêrek: Biryara Dadgeha Federal a derbarê Hoşyar Zêbarî de demkî ye û hevpeymaniya sêalî jî berdewam dibe
Çavdêrekî siyasî dibêje ew biryara ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê berbijêrê PDKê yê serokomarê Iraqê Hoşyar Zêbarî de demkî ye, ku ew tometên li ser wî hatine çêkirin yên berî çend salan in û rastiya wan nehatine îspat kirin.
Çavdêr û lêkolînvanê siyasî Isam Feylî ji BasNewsê re ragehand, gelek kesên siyasî yên peywirên bilind wergirtine di dema borî de tometên cuda li ser wan hatine çêkirin û got: ‘’Biryar dest dadgeha federal de ye û ji aliyê xwe ve Hoşyar Zêbarî jî baweriyê xwe ya ji dadgehê ragehand û teqez kir.’’
Isam Feylî diyar kir: ‘’Hevpeymaniya sêalî ya di navbera Sedir, PDK û Hevpeymaniya Siyade de berdewam e û pêbend û yekdeng in û ev yek di pêwendiya telefonî ya Muqteda Sedir û serokê kurd Mesûd Barzanî de jî hat tekez kirin.’’
Basnews
