• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li rêberê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê kir

Gulan Media February 6, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li rêberê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Îrfan Ebdulezîz kir ku cardin bû rêberê Partiya Bizava Îslamî ya Kurdistanê (Bizûtnewe).

Partiya Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê duhî li Hewlêrê dozdehemîn kongireya xwe li dar xist.

Bo posta rêberiya partiyê tenê kesek hatibû kandîdkirin, wî jî dengên pêwîst bi dest nexist loma cardin Îrfan Ebdulezîz li ser posta xwe ya rêbertiya partiyê ma.

Bi vê helkeftê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî telefona Îrfan Ebdulezîz kir û pîrozbahî lê kir.

Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê bo Bizûtneweya Îslamî xwast di pêşxistina hemahengî û alîkariya navbera aliyên siyasî de bo xizmeta zêdetir ya gel û welat.

Rêberê Bizûtnewê jî spasiya serokê hikûmeta Kurdistanê kir bo telefon û pîrozbahiyê.

Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistana Iraqê sala 1987 li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê û ji aliyê Mela Osman Ebdulezîz ve hat damezirandin.

Rêberê niha yê Bizûtnewê, Îrfan Ebdulezîz kurê Mela Osman Ebdulezîz e û ji sala 2019 ve rêberê partiyê ye.

 

 

Basnews

Top