ENKSê li ser revandina rojnamevanan ji aliyê PYD/PKKê ve daxuyaniyek belav kir
Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) revandina rojnamevanan ji aliyê hêzên ser bi PYDê ve şermezar kir û ragihand, revandina rojnamevanan ji aliyê rêveberiya PYDê ve, bi armanca bêdengkirina wan û veşartina têkçûna wê ye.
Sekreteriya Giştî ya ENKSê daxuyaniyek derbarê astengkirina karê rojnamevan û medyakaran li Rojavayê Kurdistanê û revandina wan şermezar kir û tê de ragihand, şeva borî grûpeke çekdar a ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve, avêtin ser mala rojnamevan û peyamnêrê Yekîtî Media Bawar Mela Ehmed û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.
Da zanîn jî, her şeva borî jî, heman çekdaran avêtin ser mala rojnamevan û peyamnêrê ARK TV Sebrî Fexrî û telefona wî desteser kirin û ew ber bi cihekî nediyar ve birin.
ENKS dibêje: “Armanckirina xebatkarên ragihandinê û saziyên ragihandinê di vê demê de ji aliyê vê rêveberiyê û komên wê yên çekdar ve, zêdegaviyeke ne rewa ye ku armanca wê bêdengkirina rojnamevanan û veşartina têkçûna wê rêveberiyê di hemû astan de ye.”
Sekreteriya Giştî ya ENKSê destnîşan kir, PYD bi siyaseta xwe, herêmê bi giştî ber bi metirsiyên mezin dibe û siyaseta wê ji bilî wêranî, karesatan û koçberkirinê tiştek bi serê gel de neaniye.
Herwiha ENKSê bang li Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîka kir, dawî li van binpêkirinan bîne, hemû rojnamevan û medyakaran serbest bêne berdan û rê saziyên çapemeniyê bi azadî kar bikin.
Basnews
