• Wednesday, 25 February 2026
logo

Berpirsê kampa çiyayê Şingalê: Bexda alîkariya malbatên DAIŞê dike lê alîkariya awareyên Şingalê nake

Gulan Media February 6, 2022 Nûçe
Berpirsê kampa çiyayê Şingalê: Bexda alîkariya malbatên DAIŞê dike lê alîkariya awareyên Şingalê nake

Berpirsê kampa awareyên êzîdî li ser çiyayê Şingalê ragehand, hikûmeta Iraqê alîkariya malbatên DAIŞê dike lê alîkariya awareyên Şingalê nake.

Berpirsê kampa awareyên êzîdî li ser çiyayê Şingalê, Elî Şeibo ji BasNewsê re got, hikûmeta Iraqê ji sala 2018 heta sala 2020 alîkariya awareyên çiyayê Şingalê dikir. Herî dawî alîkariyên hikûmeta Iraqê roja 27 Mijdara sala 2020 gihîşt çiyayê Şingalê. Ji wê demê ve heta niha ti alîkariyeka hikûmeta Iraqê negihîştiye çiyayê Şingalê.

Elî Şeibo her wiha got, beşek mezin ji awareyên ku li ser çiyayê Şingalê dimînin, xelkê nahiya Til Uzêr in û nikarin vegerin nav mal û xaniyên xwe. Bexda jî alîkariya wan nake. Mal û xaniyên xelkê hatine wêrankirin. Ti tiştek li wir nemaye. Wisa xuya dike hikûmeta Iraqê naxwaze awareyên çiyayê Şingalê vegerin ser mal û warê xwe.

Berpirsê kampa awareyên çiyayê Şingalê da zanîn jî, du sal bû nedihîştin dezgeha xêrxwazî ya Barzanî alîkariyê bigehîne awareyên çiyayê Şingalê lê piştî ku awareyan daxwaz kirin dezgeha xêrxwazî ya Barzanî alîkarî gihand wan. niha jî neft û ard û pêdiviyên rojane dide wan. Ew bi vê yekê kêfxwe şin.

Elî Şeibo behsa malbatên DAIŞê jî kir û got, hikûmeta Iraqê alîkariya malbatên DAIŞê dike lê alîkariya awareyên Şinglaê nake. Bexda alîkariya wan terorîstan dike ku kurdên êzîdî cînosayd kirin. Her maleka DAIŞê milyonek û 500 hezar dînar wergirtiye û di nav xaniyê xwe de ne lê xelkê Şingalê heta niha jî derbider in. Berpirsên hikûmeta Iraqê dema diçin Şingalê, tenê wêneyan digirin û wezîfeya xwe ya serekî ji bîr dikin.

 

Basnews

Top