Şandeyeki xelkê Xurmatû pirsgirêkên xwe gehandin Parlamentoya Kurdistanê
Şandeyekî xelkê bajarê Xurmatû serdana Parlamentoya Kurdistanê kir û raportek li ser pirsgirêkên xwe pêşkeş kirin. Berpirsê navçeya Xurmatû yê PDKê ku serokatiya şandeyê dikir li ser vê serdanê zanyarî aşkera kirin.
Berpirsê navçeya Xurmatû yê PDKê Bextiyar Hîcran ji BasNewsê re ragehand: ‘’Îro 06.02.2022yê wek şandeyekî xelkê Xurmatû me serdana Parlamentoya Kurdistanê kir, ku em bikarin pirsgirêk û daxwazên xelkê bajar bigehînin Parlamentoya Kurdistanê.’’
Herwaha got: ‘’Em li gel cîgirê serokê parlamentoyê û herwaha li gel sekretera parlamentoyê civiyan û me behsa pirsgirêkan kir. Bi taybet piştî 16ê cotmeha 2017ê tiştên hatin serê Xurmatû û rewşa leşkerî ya li ser Xurmatû hatî sepandin û di encama dagirkirina bajêr de ziyanên mezin geheştin xelê û malên wan hatin şewitandin û teqandin, herwaha hatin talan kirin, lê naha jî nehatine qerebû kirin.’’
Bextiyar Hîcran amaje bi wê yekê jî kir ku behsa jiyana koçberên xelkê Xurmatû jî kirine, ku wan çar salên dawiyê de koçberî Herêma Kurdistanê bûne û nevegeryane Xurmatû û got, divê neyên çav li wan jî be. Ji ber ew li ser kurdbûnê koçber bûne. Herwaha got: ‘’Li ser dagirkirina binkeyên me û aliyên din ên Kurdistanê jî hatine dagir kirin. Divê kar bê kirin ku ji me re bên radest kirin û ev pirsgirêk hemû me wek raportekî dan parlamentoyê, ku kar li ser bê kirin û kar bê kirin ji bo asayî kirina rewşa Xurmatû û navçeyên din.’’
Basnews
