• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Tirkiyê ji sedî 66.1ê xelkê daxwaza vegerandina penaberên Sûrî dikin

Gulan Media February 6, 2022 Nûçe
Li Tirkiyê ji sedî 66.1ê xelkê daxwaza vegerandina penaberên Sûrî dikin

 Li gor encamên lêkolînekê ku ji aliyê Weqfa Demokrasiya Civakî (SODEV) ve derbarê penaberên Sûrî yên niştecihên Tirkiyê de hatiye kirin, ji sedî 66.1ê xelkê li Tirkiyê daxwaz dikin penaberên Sûrî bo welatê wan bên vegerandin.

Lêkolîn bi awayê rapirsiyê bi rêya telefonê hatiye kirin. Ji 1067 kesên ku nerîna wan hatiye wergirtin, %66.1ê wan daxwaza vegerandina penaberên Sûrî kirine. Li Tirkiyê %45.5ê xelkê di wê baweriyê de ne Sûriyeyiyên niştecihê Tirkiyê metirsîdar in û siberojê dibin sedema derketina pirsgirêkan. %41.7ê wan kesên nerîna xwe anîne ziman, penaberên Sûrî yên li Tirkiyê wek bargiraniyê dibînin.

Li gor dengderên partiyên siyasî, %42.6ê dengderên AKPê dibêjin divê penaberên Sûrî bo welatê wan bên vegerandin, li gor %50ê dengderên hemû partiyên din ên Tirkiyê, divê penaberên Sûriyeyî vegerin welatê xwe. Ji sedî 48.3ê beşdarî rapirsiyê bûne, di mijara penaberên Sûrî de dibêjin, siyaseta hikûmeta Tirkiyê “gelekî şaş” e, %18.5 jî dibêjin “şaş” e.

Li gor dengderên partiyên siyasî be, %46.3ê dengderên AKPê, %88 dengderên CHPê, %66.6ê dengderên MHPê, %88.1ê dengderên ÎYÎ Partî û %91.6ê dengderên HDPê di wê baweriyê de ne ku siyaseta hikûmetê ya di mijara penaberên Sûrî de “şaş” e. Di egera bidawîbûna şer de li Sûriyê, %84.2ê beşdarbûyên lêkolînê dibêjin “bila penaberên Sûrî vegerin welatê xwe.”

Li ser pirsa “Penaberên Sûrî çawa pênase dikî?” Beşa zêde ya bersivan nerênî ne. Zêdeyî %70ê xelkê di wê baweriyê de ne ku “Sûrî nepaqij in, ne cihê baweriyê ne û ne kesayetiyên bilind in.” Li gor %57.5an, “Sûriyeyî ne îşker in.” Ji sedî 55.7ê beşdarî lêkolînê bûne “naxwazin bibin cîranê kesekî Sûrî. Herwiha %71.5ê wan dibêjin, “dema neçar dibin” peywendiyê ligel Sûriyeyiyan dideynin.

Li ser pirsa “Pirsgirêka te ligel Sûriyeyiyan heye?”, Ji sedî 49,7ê wan gotine “na”, %15.3 dibêjin pirsgirêka me ligel Sûriyeyiyan “heye”. Li ser pirsa “Di pênc salên borî de bi awayekî rasterast ji aliyê Sûriyeyiyan ve zerar gehiştiye te?”, %77.3ê beşdarî lêkolînê bûne gotine, “na zerar negehiştiye me”. Li ser pirsa “Zerar gehiştiye ti endamekî malbata te?, %78.1ê wan gotine “na” zerar negehiştiye”, %46.7 dibêjin “erê” û li beramber %41.1 gotine “na”.

 

Rudaw

Top