• Wednesday, 25 February 2026
logo

Du revandiyên êzîdî li nav girtîgeheka DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê de hatine dîtin

Gulan Media February 6, 2022 Nûçe
Du revandiyên êzîdî li nav girtîgeheka DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê de hatine dîtin

Du zarokên êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, di nav girtiyên DAIŞê yên li Rojavayê Kurdistanê de hatin dîtin. Malbata wan daxwaz dikin zarokên wan bên berdan.

Wêneyên du zarokên êzîdî yên ku havîna sala 2014 ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hatibûn revandin, di nav girtiyên DAIŞê yên di bin kontrola HSD û YPGê de htaine dîtin.

Navê yek ji wan zarokan Riyaz Dexîl Elyas e û navê yê din jî Seyf Seido ye.

Bavê Riyaz, Dexîl Eylas li ser wê yekê ji BasNewsê re got, ez zêdetirî salekê ye haya me jê heye ku zarokên me yek ji girtîgehên DAIŞê yên Rojavayê Kurdistanê de ye lê em nizanin li kîjan girtîgehê de ne.

Dexîl Elyas her wiha got, ew zarokên me ku di nav DAIŞê de bûn, di şerê navçeya Baxoz li parêzgeha Dêra Zorê ya Sûriyê de teslîmî hêzên Rojavayê Kurdistanê bibûn û niha di nav girtiyên DAIŞê de ne.

Wî welatiyê êzîdî bang li desthilatdarên Rojavaêy Kurdistanê zarokên wan berdin û got, ez piştrast im hinek revandiyên din jî hene. Bila lêkolînek berfireh di nav gitîgehan de bê kirin û tevahiya wan bên berdan.

Bavê Riyaz anî ziman jî, zarokên wan bi zorê hatine revandin û mêjiyê wan hatiye şûştin û got, zarokên me ne terorîst in. Ew bi zorê hatine birin.

Şerê Baxozê Adara sala 2019 qewimî. Di wî şerî de HSDê bi alîkariya hêzên hevpeyman karî wê deverê ji destê DAIŞê derxîne. Baxoz dawî xaka qaşo dewleta îslamî ya DAIŞê bû.

Di wê operasyonê de bi hezaran terorîstên DAIŞê teslîmî HSDê bûn û niha di girtîgehên Rojava de ne.   

 

Basnews

Top