• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şandeya encûmena bilind a Îslamî ya Iraqê pesnê ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê da

Gulan Media February 6, 2022 Nûçe
Şandeya encûmena bilind a Îslamî ya Iraqê pesnê ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê da

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwazî li serokê encûmena bilind a Îslamî ya Iraqê û şandeya li gel kir û di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêşhateyên dawî û guhertin û proseya siyasî ya li Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hate kirin.

Roja 05.02.2022yê serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwazî li serokê encûmena bilind a Îslamî ya Iraqê Humam Hemûdî û şandeya li gel kir.

Di hevdîtinê de gotûbêj derbarê pêşhateyên dawî û guhertin û proseya siyasî li Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê hatin kirin û ji bo berjewendiya giştî û çareseriya pirsgirêk û nakokiyan, behsa giringiya hemahengi û li yeknêzîkbûna hêz û aliyên siyasî bi rêya gotêbêjan ve hate kirin

Şandeya encûmena bilind a Îslamiya Iraqê pesnê ezmûna serkeftî ya Herêma Kurdistanê da û amaje bi wê yekê kir ku serkeftina herêmê serkeftina hemû Iraqê ye û pêwîste hemû hewldanên xwe em bihêz bikin ji bo zêdetir xizmet kirina giştî ya hemwelatiyên Iraqê.

 

Basnews

Top