Çavdêrekî siyasî: Hoşyar Zêbarî dê bibe serkomarê Iraqê
Çavdêrekî siyasî dibêje, kandîdê PDKê Hoşyar Zêbarî dê bi rêkeftina navbera PDK, bizava Sedir û erebên sunnî bibe serkomarê Iraqê.
Çavdêrê siyasî Elî Feylî ji BasNewsê re got, li gorî wê rêkeftina ku di navbera PDK, bizava Sedir û erebên sunnî de heye kandîdê PDKê Hoşyar Zêbarî dê bibe serkomarê Iraqê.
Elî Feylî her wiha got, Berhem Salih dema serkomarê Iraqê bû tiştek bo kurd nekir û serdana Kerkûk û deverên Kurdistanê jî nekir da ku hewla çareserkirina pirsgirêkên wan deveran bide.
Wî çavdêrê siyasî anî ziman, eger PDK û YNKê li ser kandîdekî li hev kiriban baş dibû lê YNKê ew qebûl nekir û rewş gihîşt vê astê.
Basnews
