Hûrgiliyên kuştina Xelîfeyê DAIŞê; şer nekir û xwe û malbata xwe kuşt
Sibeha roja Pêncşemê hêzên Amerîkayê gihîştin wî cihî ku Xelîfeyê DAIŞê xwe lê veşartibû, ew dorpêç kirin û daxwaz jê kirin ku xwe radest bike, lêbelê xelîfe ne şer kir û ne jî xwe radest kir û bi teqînekê xwe û endamên malbata xwe kuşt.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Kenneth McKenzie roja Pêncşemê piştî operasyona artêşa Amerîkayê ya bo kuştina Xelîfeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî, hinek hûrgiliyên wê operasyonê aşkere kir.
Kenneth F. McKenzie, ku her ji serdema wî de Ebûbekir Bexdadî yê damezrîner û yekem Xelîfeyê DAIŞê di Cotmeha 2019an de ji aliyê Amerîkayê ve hat kuştin, ji Peymangeha Rojhilata Navîn a li Amerîkayê re axivî ku saziyeke `Think Tank` a lêkolînê ye û derbarê mijarên Rojhilata Navîn de lêkolînan dike û navenda wê li Washingtona Amerîkayê ye.
McKenzie, ku bi rêya Zoomê diaxivî, ragihand ku armanca êrişa li ser Xelîfeyê DAIŞê li bakurê rojavayê Sûriyê li navçeyeke Idlibê, ji bo desteserkirina wî bûye ne ji bo kuştina wî.
Ew berpirsê Artêşa Amerîkayê dibêje, kesayetiya Ebû Îbrahîm gelek cuda bûye ji Ebûbekir Bexdadî. Ew dibêje, “Bexdadî weke fîlosofekî bû di nav DAIŞê de, lê Ebû Îbrahîm na, ku ez wî wek Hacî Ebdullah bi nav dikim, wek Bexdadî nebû, ew zêdetir planderê operasyonan û birêveberê operasyonan bû.”
Destpêka operasyonê
Weke ku Kenneth McKenzie behs dike, hêzên Amerîkayê bi helîkopteran gihîştin cihê xweveşartina Xelîfeyê DAIŞê, ew di avahiyeke 3 qatî de bû, destpêkê hêzên Amerîkayê ew avahî dorpêç kirin.
Piştî dorpêçkirina wî cihî, hêzên Amerîkayê daxwaz kirin ku niştecihên avahiyê jê derkevin, şeş kesên ku şerker nebûne, ji qata yekem a avahiyê derketin û ew der terikandin.
McKenzie dibêje, dema ku ew kes ji qata yekem derketin, teqînek di qata sêyem a avahiyê de çê bû, “teqîn ji wê mezintir bû ku kembera bombekirî bikare çê bike.”
Bi sedema wê teqînê, hemû kesên di qata sêyem de bûn, hatin kuştin. McKenzie dibêje, teqîn bi qasekî bihêz bû ku çend kes ji qata sêyem ve avêtin, di nav de Hacî Ebdullah ê xelîfeyê DAIŞê.
Xelîfeyê DAIŞê şer nekir û bersiva bangewaza Amerîkayê ya bo xweradestkirinê jî neda. McKenzie dibêje, “Dixwazim tekez bikim Hacî Ebdullah şer nekir, wî xwe û hemû malbata xw bêyî şer kuşt, tevî ku me hewl da jê re bêjin ku xwe radest bike û me rêya rizgarbûnê jî pêşniyarî wî kir.”
Şere teqe di qata duyem de
Piştî qata yekem û teqîna li qata sêyem, hêzên Amerîkayê çûne nav qata duyem a avahiyê ji bo paqijkirina wê, dema gihîştin wê derê, du çekdaran gule berdane wan.
Kenneth McKenzie dibêje, du çekdar ku di nava zarokan de xwe veşartibûn, dest bi teqekirina li hêzên Amerîkayê kirin, di rûbirûbûnê de zarokekî canê xwe ji dest da, li gel herdu çekdaran.
Ew herdu çekdar, yek zilam bûye û yek jî jin bûye.
McKenzie dibêje, “piştî jinavbirina wê gefê, hêzên Amerîkayê çar zarok ji qata sêyem rizgar kirin, ku yek ji wan zarokek sava bû”. Bi giştî jinek, zilamek û heşt zarok bi awayekî serkeftî ji avahiyê hatin rizgarkirin.
Êrişa Qaîdeyê
Dema hêzên Amerîkayê lêgerîn li qata duyem a avahiya Xelîfeyê DAIŞê dikirin, hejmarek çekdar ku McKenzie wiha dinirxîne têkiliya wan bi grûpa El Qaîde ya Sûriyê ve hebe, bi çek ber bi hêzên Amerîkayê ve çûne.
Lê helêkopterên Amerîkayê li esmanê bûne û çavdêriya rewşê kirine. McKenzie dibêje, “Bi kêmanî du ji wan çekdaran di rûbirûbûna çekdarî de ji aliyê helîkopterên Amerîkî ve hatin kuştin, ew jî bo berevanîkirina li hêzên Amerîkayê.”
Dîtina termê Ebû Îbrahîm
Hêza teqîna li qata sêyem, Ebû Îbrahîm avêtibû û hêzên Amerîkayê termê wî li derveyî avahiyê dîtin.
McKenzie dibêje, “Hêzên Amerîkayê, termê emîrê DAIŞê li derveyî avahiyê dît, pencemor û kontrola DNAtê selmand ku ew Hacî Ebdullah e.”
Li cihê bûyerê, 10 kes ku şerker nebûn û di avahiya Xelîeyê DAIŞê de bûn, hatin rizgarkirin, hêzên Amerîkî, piştî operasyonê, dema ji herêmê çûn, ew 10 kes jî li herêmê hiştin.
McKenzie dibêje, “Bi texmînî, hejmara kesên di avahiyê de bûn, em di wê baweriyê de ne, mirina terorîst Hacî Ebdullah bû sedema herî kêm sê kesên ne şerker, ew jî 2 jin û zarokek, dibe kesên zêdetir jî li qata sêyem.”
Helîkopterek têkşikest
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, radigihîne, “Dema em li cihê armancê bûn, pirsgirêkeke mezin ji bo helîkoptereke Amerîkayê çêbû, lê helîkopterê karî dakeve û tîm jê hatin veguhestin û helîkopter hat bicîhiştin.”
Paşê bi êrişeke asmanî, ew helîkoptera hetibû hiştin, hat teqandin û McKenzie dibêje, “Ji bo ku em piştrast bin ku ti keresteyek hesas li Sûriyê nemîne.”
Amerîka bi tenê nebû
McKenzie di axaftina xwe de aşkere dike ku ev operasyon, ji qonaxa plandanînê heta cîbicîkirinê, bi tenê ji aliyê Amerîkiyan ve nehatiye kirin, “hevbeş û hevpeymanên me tê de beşdar bûn.”
Lê McKenzie di axaftina xwe de tenê navê yek ji wan hevbeşan aşkere dike, ew jî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) e.
McKenzie dibêje, “Ez dixwazim pêzanînên xwe bigihînim pisporên me, qehremaniya hêzên Amerîkayê ku operasyon encam dan, li gel hevbeşên me yên ciyawaz ku di erk û operasyonê de; plan danîn, piştevan bûn û cîbicî kirin.”
McKenzie tekez dike, “Ez dixwazim herwiha tekezî li ser piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk ên hevbeşên me yên li Sûriyê bikim, wan roleke gelek behadar hebû di serxistina wî karî de, tevî ku li gel hêzan li cihê hedefê nebûn.”
`Ev nîşanek e ku Amerîka pabend e bi asayişa navçeyê`
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Kenneth McKenzie di dewana axaftina xwe de diyar dike, “Em bi kûrî xemgînin ji bo mirina her kesekî şerneker li cihê bûyerê, lê nîşan bi wê didim ku çekdarên DAIŞê rasterast û nerasterast berpirs bûn di jinavçûna hemû endamên malbatê di wê operasyonê de, ji ber karê tirsonek an jî hilbijartina şerê hêzên Amerîkayê li nêzikî kesên ku ne şerker bûn.”
McKenzie aşkere jî dike, piraniya kesên neşerker ên li cihê bûyerê hatin rizgarkirin û dibêje, “Hêzên Amerîkayê her derfetek bikar anîn ji bo rizgarkirina wan kesên li wir.”
McKenzie behsa amajeyên kuştina Ebû Îbrahîm dike û dibêje, “Mirina Hacî Ebdullah nîşaneke zelal e ku Amerîka pabend dibe bi dîtin û jinavbirina wan terorîstên planan datînin ku ziyanê bigihînin me. Em ranawestin jî di demekê de ku rêxistina wan li ser terorîzm û tundûtûjiya li dijî civaka navdewletî û Amrîkayê berdewam e.”
Di dawiya axaftina xwe de McKenzie tekez jî kir, “Ev herwiha nîşanek e bo wan ku bi awayekî xelet propaganda dikirin, `Amerîka êdî pabend nîne bi asayişa wan navçeyên ku di berpirsyariya Fermandariya Navendî ya Amerîkayê de ne`”
Rudaw
