• Wednesday, 25 February 2026
logo

Şêwirmendê Serok Barzanî gotegotekî derbarê berbijêrê serokomarê Iraqê de red dike

Gulan Media February 3, 2022 Nûçe
Şêwirmendê Serok Barzanî gotegotekî derbarê berbijêrê serokomarê Iraqê de red dike

Roja 02.02.2022yê şêwirmendê Serok Barzanî Mesûd Heyder teqez kir berbijêr kirina Hoşyar Zêbarî ji bo peywira serokomarê Iraqê mijarekî zelal e û bi hewla dilsozan ve dê bibe serokomarê Iraqê.

Mesûd Heyder di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Wirde û wê de hin gotegot tên belav kirin ku xwedê girawî di kêliya dawiyê de dê berbijêrên serokomartiyê dê xwe vekşînin û li ser berbijêrekî hatî diyar kirin dê rêkeftinek pêkbê. Lê em ji raya giştî re ronî dikin ku Hoşyar Zêbarî berbijêrê kurdan ê ji bo peywira serokomartiya Iraqê ye.’’

Mesûd Heyder di twittera xwe de nivîsand, derbarê berbijêr kirina Zêbarî de rêkeftin hatiye kirin û bi hewla dilsoz û niştimanperwerdan ve Hoşyar Zêbarî serokomarê Iraqê yê qona paşerojê ye.

 

Basnews

Top