Ekrem Îmamoglu li ser astengkirina muzîka kurdî li Stenbolê daxuyanî da
Serokê şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu li ser nûçeya astengkirina muzîka Kurdî li Cadeya Îstîklalê ya Stenbolê got, “Her welatiyê ku li vî welatî dijî, dê stran û helbestên xwe bi zimanê xwe bibêje.”
Ekrem Îmamoglu li ser pirsa “Dema ku li Kolana Îstîklalê muzîka Kurdî tê lêxistin, polîs hewl dide pêşî li vê yekê bigire. Hûn li ser wê çi dibêjin?” Îmamoglu wiha bersiv da:
“Her welatiyê me yê ku li vî welatî dijî, dê bi zimanê xwe, li her derê strana û helbesta xwe bibêje û dê kêfa xwe jî bike. Li ser vê yekê, bi qasî ku ez dibînim, ji aliyê Rêveberiya Ewlehiyê ve daxuyaniyek heye ku dibêje `qet niyeteke wiha tune ye.` Ez ji wê bawer dikim. Ez wê rast dibînim. Eger xeletiyên şexsî hebin jî lêpirsîn dê bêne kirin. Her welatiyekî ku li vî welatî dijî, dê stran û helbesta xwe bi zimanê xwe bibêje. Ne hewce ye ku em vê nîqaş bikin. Em di sedsala 21emîn de ne.”
Basnews
