• Wednesday, 25 February 2026
logo

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya Tariq Herb peyamek belav kir

Gulan Media February 2, 2022 Nûçe
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya Tariq Herb peyamek belav kir

 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya pisporê navdarê Iraqî Tariq Herb peyamek belav kir.

Îro danê sibê pisporê navdarê Iraqî di warê qanûn û Destûra Iraqê de, Tariq Herb li Bexdayê koça dawî kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser koça dawî ya wî peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi xemgîniyek mezin, min nûçeya koça dawî ya kesayetî û yasnasê naskirî yê Iraqî Tariq Herb bihîst. Ew zanayekî yas û parêzvanekî mafên mirov bû.

Ez sersaxiyê didim malbata wî ya birêz, dost û hevalên wî û xwe şirîkê xema wan dibînim. Xwedayê mezin ruhê wî bi behiştê şa bike û sebr û hedarê bide hemiyan.

 

 

Basnews

Top