Siyasetmedarekî Iraqî bang li Berhem Salih kir dest ji hevrikiya serkomariyê berde
Siyasetmedarekî şîe yê Iraqî daxwaz ji kandîdê YNKê yê serkomariya Iraqê Berhem Salih dike ji hevrikiya serkomariyê vekişe ji ber ku “Îran derewan li te dike!”
Siyasetmedarê şîe yê Iraqî, Fayîq Şêx Elî li ser twîtterê peyamek arasteyî Berhem Salih kiriye ku kandîdê YNKê ye bo serkomariya Iraqê.
Fayî Şêx Elî ji Berhem Salih re gotiye, birako! Dest ji hevrikiya serkomariya Iraqê berde ji ber ku Hoşyar Zêbarî (kandîdê PDKê yê serkomariyê) dê misoger were hilbijartin. Ez naxwazin tu bişkêy.
Li ser piştevanîkirina Îranê jî wî siyasetmedarê Iraqî gotiye, Îran derewan li Berhem Salih dike û piştevaniya wî nake.
Basnews
