Endamekî şandeya danûstanan a PDKê: Serkeftina Hoşyar Zêbarî misoger e
Endamekî şandeya danûstankar a PDKê li Bexdayê ragehand, serkeftina berbijêrê PDKê yê serokomarê Iraqê misoger e.
Endamê şandeya PDKê li Bexdayê Muhsîn Seidun ji BasNewsê re ragehand: Şandeya PDKê li Bexdayê berdewame li ser gotûbêj û lihevtêgeheştina aliyên Iraqî.
Herwaha got: Derveyî parlamenterên Tevgera Sedir û sunneyan, hejmarekî zêde ya Parlamenterên Iraqê jî dê deng bidin berbijêrê PDKê Hoşyar Zêbarî.
Endamê şandeya PDKê amaje bi wê yekê jî kir ku Hoşyar Zêbarî piştevaniyekî wî yê navnetewî, herêmî û welatên erebî jî heye ku bibe serokomar, ji ber wê jî serkeftina wî misoger e.
Muhsîn Seidun got, PDK, Tevgera Sedir û sunneyên bi serokatiya Mihemed Helbûsî lihevtêgeheştin û hevpeymaniyek pêkanîne û berdewamin li ser pêbendiya wê hevpeymaniyê.
Biryare roja 07.02.2022yê Parlamentoya Iraqê ji bo helbijartina serokomarê nû yê Iraqê bicive û li gor gotinên çavdêr û siyasetmedarên herêma Kurdistanê û Iraqê, berbijêrê PDKê Hoşyar Zêbarî dê bibe serokomarê Iraqê.
Basnews
