Muzahim Hiwêt: Şeqamên erebên şîe û sune pêşwazî li destpêşxeriya Serok Barzanî dikin
Duh Serok Barzanî destpêşxeriyk ji bo bi dawî anîna nakokiyên aliyên siyasî yên Iraqê pêşxist, ku demekî kurt de hikûmeta Iraqê pêkbê û li ser wê destpêşxeriyê Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Parlamentoya Iraqê geheştin Necefê û hevdîtin li gel rêberê Tevgera Sedir pêkanîn û ew destpêşxerî ji aliyê şeqama erebên şîe û sune ve pêşwaziyekî germ lê hate kirin.
Vê derbarê de îro 01.02.2022yê berdevkê Desteya Eşîretên Ereb ên Navçeyên Kurdistanî Muzahim Hiwêt ji BasNewsê re ragehand: ‘’Destpêşxeriya Serok Mesûd Barzanî destpêşxeriyekî niştimanî û dîrokî bû, ku ji aliyê şeqama erebên şîe û suneyên Iraqê ve jî pêşwaziyekî germ lê hate kirin. Serok Barzanî dizanî eger wê destpêşxeriyê neke, nakokiyên aliyên erebên şîe dê zêde bibin û herwaha navmala sune jî bi taybet nakokiyên di navbera Helbûsî û Xencer de hebûn û nakokiyên wan jî geheştin asteke giring, ku çend dewletên derve jî nekarîn dawî bi wan nakokiyan bîne. Lê Serok Barzanî karî navmala sune jî yekbixe û dawî bi nakokiyên wan bîne. Piştre jî Mihemed Helbûsî bû serokê Parlamentoya Iraqê û naha navmala sune nakokiyên wan nema.’’
Herwaha got: ‘’Diyare Îran jî kar ji bo wê dikir ku kutleya Sedir û Çarçoveya Hemahengiyê bigehine rêkeftinê, lê nekarî. JI ber wê destpêşxeriya Serok Barzanî bo bi dawî anîna nakokiyan destpêşxeriyekî dîrokî bû û bendewarî hene piştî vê destpêşxeriyê nakokî hinek bi dawî bibin.’’
Derbarê helbijartina serokomarê Iraqê de jî Şêx Muzahim Hiwêt ragehand: ‘’Kutleya Sedir û herwaha kutleya erebên sune deng dê bidin Hoşyar Zêbarî ku bibe serokomarê Iraqê. Kutleya Çarçoveya Hemahengî jî hin xelk hene deng dê bidin Hoşyar Zêbarî. Xelk jî naxwaze dubare Berhem Salih bibe serokomarê Iraqê. ’’
Basnews
