Agir bi kampa koçberên Şingalê ket: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li kampeke ku koçberên Şingalê tê de hatine bicihkirin, agir bi konekê ket û zarokekî 7 salî jiyana xwe ji dest da. Konê ku agir pê ket bi temamî şewitî û li gorî lêkolînên destpêkê agir ji ber sobeya gazê derketiye û di nav 20 deqeyan de kon bi giştî şewitiye.
Li Kampa Êsyan a awareyên Şingalê agir bi çadira malbatekî ket û zarokeka 7 salî ya ku di çadirê de bû leşê wê bi temamî şewitî û jiyana xwe ji dest da.
Di nav çadirê da deyikeke nexweş û heft zarokên xwe tê de bûn, dema agir bi çadirê dikeve ew direvin derve, lê zaroka 7 salî ya bi navê Elîsa di nav çadirê de dimîne.
Niştecihê kampê Bedel Memo got “Malbatê got zarokeke me kêm e. Em hatîn textek li vê derê bû, me text rakir û ew di bin text de bû. Ez û hevalekê xwe bûn, zarokê jiyana xwe jidest dabû, me wê betaniyê pêça.”
Elîsa Muhsîn, ku her li koçberiyê ji dayik bûye, li wê derê jî jiyana xwe ji dest da. Dayika wê şok bûye û nikare biaxive. Bavê Elîsayê ku di derma agir de ne li mal bû bi hewarekî gihîşte çadirê, lê nizanibû ku keça wî di nav agir de maye.
Muhsîn Xelef bavê Elîsayê dibêje “Ez bi xwe li dukana cîranekî me bûm, heta em hatîn agir pê ve bû. Me temrand, heta zarok xelas kirin ji leza li wê neprisîn jî. Xwe di bin text de veşartibû, piştî agirt temrandin me cenazê wê dît. Em dê cenzayê wê bibin Şingalê veşêrin.”
Li gorî lêkolînên destpêkê agir ji ber sobeya gazê derketiye û di nav 20-25 deqeyan de çadir û kelûpelên navê bi giştî şewitîne.
Rudaw
