Serokatiya Herêma Kurdistanê: Rewşa siyasî ya Iraqê hat gotûbêjkirin
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de hûrgiliyên proseya gotûbêja îro ya li Necefê belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Îro duşemê bi destpêşxeriya cenabê Serok Mesûd Barzanî, şandeke bilind a siyasî ku ji Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî û Serokê Encumena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Elsiyade Xemîs Elxencer pêk hatibû, serdana Necefê kirin û ligel Rêberê Tevgera Sedir Seyîd Muqteda Sedir civiyan.
Herwiha hatiye ragihandin: “Di civînê de rewşa siyasî ya welat û hewl û pêngavên paşerojê ya proseya siyasî û kêşe û giriftên ber wê guftûgo kirin û di debarê gefan û qonaxên paşerojê de danûstandina bîr û ramanan kirin.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye: “Herwiha tekez li ser girîngî û pêwîstiya berdewamiya diyaloga di navbera aliyan û parastina aramiya siyasî li welat û pêkanîna hikûmetek kirin ku bikare rûbirûyî kêşe û gefan bibe û bersîvderê daxwaziyên welatiyan li xizmetguzarî û jiyaneke baştir be.”
Basnews
