• Wednesday, 25 February 2026
logo

Erdhejekê Wanê hejand

Gulan Media February 1, 2022 Nûçe
Erdhejekê Wanê hejand

 Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, erdhejek bi hêza 3.9 pile çêbû. Li gor zanyariyên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) belav kirine, vê sibê Sêşembê 1ê Sibata 2022ê demjimêr 04:54 deqe erdhejek bi hêza 3.9 pile li bajarokê Tuşba ser bi navenda parêzgeha Wanê çêbûye.

Erdhej bi kurahiya 12.87 kîlometre di bin erdê de çêbûye û li navçeyên din ên Wanê hest pê hatiye kirin. Heta niha derbarê zerar û ziyanên erdhejê de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Li parêzgeha Wanê car car erdhej çêdibin. Roja 23ê Sibata 2020ê, erdhejekê bi hêza 5.9 pile bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê bi kurahiya 5.22 kîlometre hejand û piştre du erdhejên din li heman navçeyê bi hêza 4.5 û 4.0 pile çêbûn.

Li parêzgehên Wan, Îdir, Qers û Agirî yên Bakurê Kurdistanê jî hest bi erdhejê hat kirin. Ji ber erdhejê li bajarokê Elbakê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 10 welatiyan canê xwe ji dest dan ku çar ji wan zarok bûn û 37ê din jî birîndar bûn.

 

Rudaw

Top