Hamid Musewî: Em rêza biryara piranîya kurdan digirin
Serkirdeyê li Çarçoveya Hevahengiyê Hamid Musewî dibêje eger Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser berbijêrê serokwezîr bi wan re li hev neke, em ne deng didin Hoşyar Zêbarî û ne Berhem Salih.
Hamid Musewî Ger got: “Eger tifaq li ser berbijêrê serokwezîr nehat kirin em li rûniştina hilbijartina serokkomar amade nabin.
Musewî tekez kir ku eger Çarçoveya Hevahengiyê hat piştguhxistin ew beşdarî hilbijartina serokkomar û serokwezîr nakin.
Serkirdeyê li Çarçoveya Hevahengiyê Hamid Musewî got jî: “Ev plana niha tenê bi bombebarana sembolî ya serwerîya Iraqê ku ji Firokexaneya Bexdayê pêk tê ranaweste, lê digihe baregehên partîyan, hikûmetê û berpirsên hikûmî. Em pêşwazîya zanayên amerîkî dikin lê em potîna amerîkî red dikin. Her demeka Amerîka bixwaze bi rêya potînê bi iraqîyan re tevbigere, em ê jî bi potîn, agir û hesin bersiva wê bidin
Serkirdeyê li Çarçoveya Hevahengiyê Hamid Musewî di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê bersiva pirsên Bestûn Osman da.
Rûdaw: Rêzdar Hamid Mûsewî, serkirde li Çarçoveya Hevahengîyê, pêşî dixwazim ji civîna Bafil Talebanî û Hadî Amirî dest pê bikim. Hadî Amirî di peyamekê de dibêje nakokîyên navbera Partîya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê bandorê li ser tevahîya Iraqê dikin. Gelo ev tê wateya ku Çarçoveya Hevahengîyê deng nade Berhem Salih?
Hamid Musewî: Bi navê Xwedayê mezin û dilovan, pêşî silaveke germ li we û li hemû gelê Iraqê, xasma jî rûniştîyên delal ên Herêma Kurdistanê. Bê guman wek dizanin serkirdatîya Fethê û rêzdar Hadî Amirî ku herdem wek kilîta çareserîyê ye û tu caran ne kilîta krîzan bûye, her ji destpêka pêvajoya siyasî di 2003yan de û heya îro. Ezmûna me jî pir e, îcar li ser asta navmala şiî be yan li ser asta hevparên me li herêmê yan hêzên sinî û em hergav destpêşxer bûn ji bo dîtina cureyek ji jihevfêmkirinê di navbera hevparên me de, îcar li ser asta navxwe ya pêkhateyên şiî be yan di navbera pêkhateyan de be. Lewma, bi rastî em di serkirdatîya Fethê de, bi rêya hevdîtinên me yên berdewam ligel rêzdar Mesûd Barzanî û serkirdên kurd ên din û rêzdar Bafil Talebanî, her du partîyên kurd YNK û PDKê, em hergav pêkut bûn ku jihevfêmkirinek li ser îstîhqaqên hilbijartinê li hundirê Herêma Kurdistanê hebe. Bi bawerîya me, ev mijara tifaqê ji bo navxwe ya şîeyan û navxweya siniyan jî her rast e û ev qonaxa niha bi saya astengîyên ku bendewarîya lawên gelê Iraqê dikin, îcar li ser asta emnî be ku em niha akamên metirsîdar ên têkçûna rewşa ewlekarî dibînin ku çawa komên terorîst bûne gef çi li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û çi li derdora Bexdaya paytext. Ji bilî vê kelem û astengîyên aborî jî bendewarîya me dikin. Her wiha xwepêşandanên ku me li parêzgehên navîn, başûr û li Herêma Kurdistanê jî dîtin…erê.
Rûdaw: Hûn dibêjin hûn bi wê yekê re ne ku kurd di nav xwe de li ser berbijêrekî li hev bikin. Lê heke li hev nekirin, Partîya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê berbijêrên xwe hebûn, gelo hûn ê deng bidin kî?
Hamid Musewî: Em hergav tekezîyê li ser rêzgirtina piranîyê ji hemî pêkhateyan dikin. Bi wateya ku nerîteke me ya siyasî heye û bi vî awayî jî serokatîya komarê pişka pêkhateya kurd e. Lewra em rêza biryara dengê piranîya kurd digirin û heke tifaq li ser berbijêrê serokwezîr hat kirin, dê tifaq li ser berbijêrê serokkomar jî were kirin. Wek min berê jî got divê ev bi rêzgirtina li biryara piranîyê be. Lê bi rastî tiştê vêga diqewime, ew e ku em rêznegirtinekê li îradeya piranîyan şîeyan dibînin. Ev jî bi çûna bi arasteya yek alî bêyî liberçavgirtina piranîya şiî. Lewra dibe ku ev kertan tev li hev bike û me ber bi encamên wiha bibe ku…
Rûdaw: Hûn ê dengê xwe bidin Hoşyar Zêbarî yan Berhem Salih?
Hamid Musewî: Bê guman biryara Çarçoveya Hevahengîyê girêdayî şêweyê peymanên dahatûyê ye. Ev hemû girêdayî awayê destnîşankirina serokwezîr e. Em niha nikarin bêjin em piştevanîya rêzdar Berhem Salih yan rêzdar Hoşyar Zêbarî dikin. Em rêza wan peymanan digirin ku tên kirin û heya vê kêlîyê jî tu peymanek li ser berbijêrê serokwezîr nehatiye kirin. Heke Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi wê arasteyê ve çû ku berevajî vîna pêkhateya şiî ye û li ser berbijêrê serokwezîr bi me re li hev nekir, em jî ne deng didin rêzdar Hoşyar Zêbarî û ne didin rêzdar Berhem Salih. Bi wê îtibara yek ji bijarteyên Çarçoveya Hevahengîyê di demekê de heke tifaq li ser berbijêrê serokwezîr nehat kirin, hingê em li rûniştina hilbijartina serokkomar amade nabin. Lewma wek min got, heya vê demê nêrîna me girêdayî awayê tifaqa li ser berbijêrê serokwezîr e.
Rûdaw: Gelo ev biryara hemû Çarçoveya Hevahengîyê ye?
Hamid Musewî: Di vî alî de Çarçoveya Hevahengîyê yek helwest e. Yek helwesta wê heye û tu vetoyeke wê jî li ser tu kesî nîne ku alîyên kurdî wî berbijêr bikin. Lê heke alîyên kurdî bi wê hêlê de çûn ku berevajî peymanê ye û bixwazin rêza biryara piranîya şîeyan negirin, dê helwesta me jî wê çaxê bibe. Di gotara îro ya hecî Hadî Amirî de jî, ew tekezkirin hebû ku heke Çarçoveya Hevahengîyê hat piştguhxistin, em ne beşdarî hilbijartina serokkomar û ne jî ya serokwezîr dibin.
Rûdaw: Tilîya tometê ji bo hin komên çekdar tê dirêjkirin ku êrişî Firokexaneya Bexdayê kirin. Lingekî van koman di nav Heşda Şeibî de ye û lingekî wan li derve ye. Heke wan komên çekdar êrişî Firokexaneya Bexdayê nekiribin, nexwe kî ne?
Hamid Musewî: Bê guman me di vî alî de zanyarî daye hikûmeta Iraqê ku planek heye û ev plan jî girêdayî vê krîza siyasî ya niha ye û, her wiha girêdayî hêzên amerîkî yên li ser axa Iraqê ne jî. Lewma îradeya hikûmeta Iraqê û îradeya parlamentoya Iraqê qewitandina van hêzan tekez dikin. Lewra bi nêrîna me ev plan tenê bi bombebarana sembolî ya serwerîya Iraqê ku ji Firokexaneya Bexdayê pêk tê ranaweste. Bi lêdana armancekê li vir û armancekê li wir jî ranaweste. Lê belê digihe baregehên hikûmetê, berpirsên hikûmî û baregehên partîyan jî. Lewra ev karên tawankarî û terorîstî ne û beşek ji planeke herêmî û navdeweletî ne ku armanca wê tevlihevkirina kertan e. Hevahengîya fesîlên iraqî heye û jûra wan a operasyonên hevbeş heye. Lewra heke ji me were xwestin, em dikarin beşdarî şopandin û dîtina tawanbaran bibin. Heke ji alîyê hikûmetê ve, rê bi me were dan, em dikarin terorîstên ku Bexdaya paytext û parêzgehên din dikin armanc, radest bikin. Lewra em li Çarçoveya Hevahengîyê lînk û pêwendîyên me yên giring bi hemû fesîlên berxwedana iraqî re hene. Wek min got jî agahîyên me yên hûr hene ku çend tîm hene li derveyî Iraqê hatine rahênankirin û perwerdekirin û bi peyayên rejîma jinavçûyî ya Beisê re di hevkarîyê de ne, ev di hewldanê de ne ku kertan tev li hev bikin. Li vir li bankeke kurdî bidin, li wir li baregeheke sinî bidin û li wî milî jî bi rêya çekdarên terorîst ên DAIŞê êrişî gundên şîeyan bikin. Lewra ewlekarîya ku bi xwîn û qurbanîdana lawên gelê Iraqê pêk hat, çi ji Heşda Şeibî yan ji Pêşmerge û yan ji hêzên emnî yên dîtir, baca wê li ser gelê Iraqê pir giran ketiye, lewma em hemû li ser parastina vê destkeftê hemnêrîn in. Li gor me, ewlekarîya Bexdayê hêla sor e û ewlekarîya parêzgehan hêla sor e û ev ajenda jî rûyê rasteqîne yê eşkere ye. Lewra heke hin hêzên siyasî bixwazin hilberînê li ser vê bikin, bi rastî divê bikevin ber….lêpirsînê.
Rûdaw: Tu di hevpeyvînekê de dibêjî "Pêwîst e di 2022yan da yek bi yek hêzên çekdar ên biyanî ji Iraqê derkevin. Heke dernekevin ez yekem kes dibim li dijî amerîkîyan şer bikim", di vê rewşê de yekem kes pêwîst e lêpirsîn pê re were kirin tu yî ku te êrişa ser Firokexaneya Bexdayê encam da? Ne ku tu bibêjî kesên din in.
Hamid Musewî: Bibore rêzdar. Me gotiye û em niha jî dibêjin, bergirîya li her bosteke axa Iraqê berpirsiyarîya her iraqîyekî ye. Ez bi rêya vê kanala we jî dibêjim, her dagirkarîyeke axa Iraqê divê hikûmeta Iraqê bi xwe biryarê li ser bide. Lewra ger hikûmeta Iraqê hat hilbijartin û wek çawa Heşda Şeibî bi rêya bangewazîya lawên gelê Iraqê ji bo şerê dijî DAIŞê hat damezrandin, em vêga jî amade ne ji nû ve cilên rûmet û namûsê li xwe bikin û li dijî her dagirkarîyekê bergirîyê li Iraqê bikin. Bawerîya me pê heye ku peymana derketina hêzên biyanî, hêzên Amerîka….
Rûdaw: Lê hikûmeta Iraqê hêzên çekdar ên biyanî wek hêzên dagirker nade naskirin. Lê wek hêzeke şêwirmend dibîne ku hevkarîya hêzên çekdar ên Iraqê dikin?
Hamid Musewî: Erê heke îro hemî hêzên siyasî…me destûr daye hikûmeta Iraqê jî ku dagirkarên amerîkî û hêzên şerker ên amerîkî bidehifîne heke li ser mana li Iraqê rijd bûn û li ser sivikatîya bi hikûmeta Iraqê rijd bûn û pabendî peymana xwe nebûn. Erê ji bo me rûmet e ku em dest bavêjin çekên xwe. Çek jî ne bombe tenê ne, lê ev dengê me û helwesta me çekeke me ya bihêztir e ku dikare dagirker bitirsîne. Îcar dagirkerê amerîkî be yan dagirkerê tirkî û yan mîlîsên ku ji pişt sînor hatine ji bo ku bi ewlehî û axa me ya delal bilîzin. Lewra em li ser vê helwesta xwe rijd in li hember her hêzeka bixwaze dest dane ser axa Iraqê û hewl bide ajendaya xwe li ser vîna hikûmeta Iraqê bisepîne. Em tekez dikin ku em li hember hikûmeta Iraqê pabend in û her demekê lêvger û hikûmeta me ji me bixwazin ku…
Rûdaw: Ango tu pêwendîya êrişên ku berê li ser Hewlêr û navendên leşkerî û balyozxaneyan dihatin kirin bi wan koman re nebû ku lingekî wan di nav Heşda Şeibî de ye û lingekî wan li derve ye li gor gotina siyasetvanên iraqî?
Hamid Musewî: Rêzdar…êrişên berê li ser hêzên amerîkî yên biyanî, nêrîna me ew e ku armancgirtina her dezgeheke medenî ne karekî bergirîkarîyê ye. Armancgirtina rasterast a hêzên Amerîka bû ku ew neçar kirk u di çar rûniştinan de bi hikûmeta Iraqê re bikeve danûstandinan. Navenda Eyn Esed navendeke amerîkî bû. Piştî 31.12 bû navendeke iraqî. Lewra li parlamentoya niha ya Iraqê wisa tê xwestin ku komîte pêk bînin ji bo wergirtina hemû leşkeran û zelalkirina rastîya peymana ku di navbera Iraq û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka de hatiye kirin ka gelo Dewletên Yekbûyî heya çiqasî pabendî wê bû. Xwerista vê manê û şêwirmendên wê û şopandina girêbestên pirçekkirin û rahênerên amerîkî li ser wan çekên ku li ser budceya Iraqê bi milyaran dolar ketin…em…em…em…wek me berê jî gotiye û min bi xwe li çend kanalên esmanî gotiye, em pêşwazîya şirketên amerîkî dikin. Em pêşwazîya zanayên amerîkî dikin. Em pêşwazîya hevkarîya bi zanîngehên Amerîka re dikin, lê em potîna amerîkî red dikin û her demekê jî Amerîka bixwaze bi rêya potînê bi iraqîyan re tevbigere, em ê jî bi potî, agir û hesin caba wê bidin û em bi rastî jî di asta van karan de ne. Dîroka Iraqê û derketina wê di rûyê dagirkeran de…dîroka şîe, sinî û kurdan….
Rûdaw: Li gor we, mana rahêner û şêwirmendên Hevpeymanan li Iraqê ne pirsgirêk e ku hevkarîya artêşa Iraqê bikin?
Hamid Musewî: Ez dibêjim ev pabendîya hikûmeta Amerîka li hember Iraqê ye. Çend peymanên pirçekkirinê hatine morkirin. Lewma heke mana şêwirmend û rahêneran di çarçoveya pabendîyên Amerîka li hember Iraqê de be, tu pirsgirêkeke me pê re tune ye. Em pêşwazîya şirketên Amerîka dikin û wek çawa niha çend şirketên amerîkî hene li başûrê Iraqê kar dikin. Lê em dagirkarîya Amerîka, bikaranîna navendên leşkerî bi armanca afirandina hevrikîyê û çêkirina guvaşê li ser hikûmeta Iraqê red dikin. Niha Iraq di nav komek krîzên emnî û aborî de ye bi sedema van siyasetên Amerîka, bi taybetî…erê
Rûdaw: Hûn bi şertên ku Sedir ji Fethê re danîne ji bo beşdarîkirina wan di hikûmetê de bêyî Malikî razî ne?
Hamid Musewî: Bê guman Çarçoveya Hevahengîyê, tiştê girêdayî beşdarîya di hikûmetê de be, bi nêrîna me pêwîstîya birêvebirina qonaxa bê pê heye ku amadebûneke rasteqîne ya Çarçoveya Hevahengîyê û Tevgera Sedir hebe, çunke her du alî nûnertîya piranîya şîeyan dikin û ev jî dikare bibe derwazeyek ji bo ku ligel piranîya kurdan û siniyan beşdarîyeke rasteqîne pêk were, seba pêkanîna hikûmeteke xurt ku bikare welatê me ji van krîzên emnî û aborî yên niha derbas bike. Lewra gava em daxwazê ji birayên Tevgera Sedir û hevbeşên xwe yên din ên kurd û sinî dikin ku rêza irfa siyasî bigirin û rewşa niha ya Iraqê raçav bikin, di demekê de ku hêj gelek kelemên emnî li pêş me ne û hêj hêzên herêmî û navdewletî hene ku dixwazin kertan tev li hev bikin bi rêya têkdana aramî û ewlekarîyê. Îro Iraq di rewşeke aborî ya wiha de ye ku hewcedarî hikûmeteke xurt e. Dûrkirina her aliyekî ji alîyên sereke, xasma alîyên şiî, îro Çarçoveya Hevahengîyê heke em bi hejmaran biaxivin, nûnertîya bêhtirî 2 milyon dengderan dike. Wekî din Tevgera Sedir nûnertîya yek li ser sisêyê dengderan dike, dûrî hejmara kursîyan û dûrî gumanên sextekarîyê ku bi çend belgeyan hatin piştrastkirin, lewra dibêjim zirarmendê herî mezin….
Rûdaw: Hûn amade ne herin nav hikûmetekê ku hilweşandina komikên çekdar, Heşda Şeibî jî tê de, di programa wê de hebe?
Hamid Musewî: Di nav Heşda Şeibî de mîlîsên me nîn in. Heşda Şeibî bi biryareke hikûmî pêk hatiye û li parlamentoyê biryar li ser hatiye dan û li jêr sîwana serkirdatîya giştî ya hêzên çekdar e.
Rûdaw: Hûn amade ne beşdarî hikûmetekê bibin ku bixwaze bi yasayekê Heşda Şeibî hilweşîne. Yan hûn cudahîyê di navbera fesîlan û Heşda Şeibî de dikin?
Hamid Musewî: Lê komên çekdar..bibore, fesîleyên çekdar…
Rûdaw: Tu bi fermana kî dibêjî komên çekdar ên Iraqê bi derketina hêzên çekdar ên biyanî re kuta dibin? Tu çima ev qasî piştrast î?
Hamid Musewî: Na na…Heşda Şeibî, birayê min ê rêzdar, Heşda Şeibî bi fetwayeke lêvegerê û bi yasayê hatiye damezrandin. Tu kes nikare..tu kes nikare…ne hikûmet û ne parlamento û ne tu aliyek nikarin Heşda Şeibî hilweşîne. Heşda Şeibî çavkanîyeke hêzê ye ji bo Iraqê, lewra destbirina ji bo Heşda Şeibî hêla sor e ji bo lêvegerê. Fermana Heşdê jî di destê lêvegerê de ye li Necefê. Lê tiştê taybe bi fesîlên (komikên) çekdar, mana wan girêdayî mana hêzên biyanî yên şerker e. Her demekê leşkerên şerker ên biyanî yên herî dawî derketin, şirketên biyanî bixêr werin, şêwirmend û rahênerên medenî bixêr werin, tu pirsgirêkeke me tune ye. Demekê karê van hêzên çekdar li Iraqê kuta dibe, gava hemî hêzên biyanî ji Iraqê derkevin der. Hêj hêzên amerîkî yên şerker li vir hene. Navendên amerîkî hene. 15 navendên amerîkî mane. Serkirdatîya van fesîlên çekdar heye. Tiştek heye bi navê hevahengîya fesîlên çekdar ku li jêr fermana serkirdatîyê ye. Vê hevahengîyê çend caran ragihand ku wada hilweşandina van fesîlên çekdar girêdayî mana hêzên biyanî yên şerker ên dagirkeran e. Hêj hêzên amerîkî û hêzên tirkî li vir hene..erê. Hevahengîya fesîlan, hevahengîyeke fermî ye.
Rûdaw: Ew komik kî ne ku wan biryaran didin?
Hamid Musewî: Grûpên fesîlên çekdar in. Fesîleyên miqaweme ku 13 fesîlên bergirîyê ne û wek min got hevahengîyeke van fesîlan heye û tew vê desteyê ji hikûmetê û ji hêzên siyasî re jî gotiye ku lûla çekên wan û hebûna wan li dijî hêzên dagirker dibe û mana wan jî wê demê kuta dibe gava dawî li van hêzan tê. Piştî derketina hêzên biyanî tu hênceteke fermî û rewa ji bo van fesîlan namîne.
Rûdaw: Ew komên çekdar bi fetwaya lêvegerê wî erkî encam didin, yan yasayek derketiye ku ew wî erkî encam bidin?
Hamid Musewî: Yasa. Heke em qal û behsa yasayê bikin, yasaya Iraqê di vî alî de pir zelal e. Wek min got ev fesîl wek serkirdatî di nav desteya Heşda Şeibî de ne û hevahengiyeke wan li derveyî Heşda Şeibî jî heye. Ev fesîl erkê xwe yê rewa ji lêvegera olî li Necefê werdigirin, ku çend caran tekezî li ser pêwîstîya rêzgirtina serwerîya Iraqê û derketina hêzên biyanî kiriye. Tiştekî me heye ji lêveger û qanûna Iraqê jî bilindtir e. Ew jî kolana pîroz e ku hênceta rewa dide her kesê bergirîyê li axa xwe bike li dijî her dagirkerekî gawir ku sivikatî bi iraqîyan kiriye û samanên wan talan kirine û rê li iraqîyan digire ku bi arasteya hilberîna di van samanên xwe de herin. Kî rê li Peymana Iraq û Çînê girtiye? Kî rê li Bendera Faw û Rêya Hevrîşimê girtiye? Kî rêgir e ku Iraq hilberînê di saman û petrola xwe de bike? Û kî Iraq di 25 salên borî da wêran kir? Kî piştevanîya Sedam Hisên dikir gava li kurd û şîeyan dida? Gelo Amerîka û hevpeymanên xwe ne li Kendavê bûn?
Rûdaw: Zor spas rêzdar Musewî.
Hamid Musewî: Spas ji bo we û silav li we bin.
Rudaw
