Serok Barzanî destpêşxeriyekî giring ragehand
Serok Barzanî derbarê civîna îro ya li Necefê ya di navbera Muqteda Sedir, Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî de encamên erênî bi xwe re bîne.
Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Parlamentoya Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî û Serokê Hevpeymaniya Ezim Xemîs Xencer îro ji bo hevdîtina li gel Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir çûne Necefê.
Beriya demekê civîna her sê serkirdeyan li gel Muqteda Sedir destpê kiriye û heta niha berdewam e. Rewşa siyasî ya Iraqê û pêkanîna hikûmeta Iraqê, rojevên sereke yên civîna Necefê ne.
Têkildarî civîna li Necefê, Serok Mesûd Barzanî peyamek belav kir.
Serok Barzanî li ser hesaba xwe ya Twitterê di peyamekê de ragihand: “Hêviya min a ji dil ew e ku hevdîtina di navbera Muqteda Sedir, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî encamên erênî bi xwe re bîne.”
Serok Barzanî herwiha hêvî dike ku civîna îro ya li Necefê, “rê li ber çareserkirina kêşeyên heyî yên li pêşiya proseya siyasî ya Iraqê veke.”
Serdana Nêçîrvan Barzanî û Helbûsî bo Necefê li ser pêşniyara Serok Mesûd Barzanî bûye.
Serok Barzanî îro di peyamekê de ragihand, “Ji bo çareseriya pirsgirêkan û pêkanîna atmosfêreke guncaw û baş ji bo proseya siyasî ya Iraqê, min destpêşxeriyekî siyasî aşkera kiriye û di çarçoveya wê destpêşxeriyê de min pêşniyar kiriye, birêz Nêçîrvan Barzanî û birêz Mihemed Helbûsî serdana cenabê seyîd Muqteda Sedir bikin, û li ser çawaniya berdewambûna proseya siyasî û nehiştina astengiyan bişêwirin.”
Di beşeke din a peyama xwe de Serok Barzanî dibêje: “Hêvîdarim ev destpêşxeriye encamên wê erênî bin û di berjewendiya Iraq û hemû pêkhateyan de be.”
Basnews
