• Wednesday, 25 February 2026
logo

Idrîs Barzanî; Endazyarê Aştbûnê

Gulan Media January 31, 2022 Nûçe
Idrîs Barzanî; Endazyarê Aştbûnê

Navê Idrîs Barzanî bi aştiyê ve hatiye girêdan; serkirdeyek ku wek `endazyarê aştiya di navbera partiyên Kurdî de` tê binavkirin. Serok Mesûd Barzanî derbarê vê yekê de dibêje, “Kak Idrîs Barzanî baweriyeke temam bi parastina nasnameyeke yekgirtî ya Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd hebû û girîngiyeke zêde bi piralîbûnê dida di jiyana partîzanî de; ev herdu faktor sedemên sereke bûn di pêkanîna derfeta aştbûna giştî di sala 1986an de, ji ber wê yekê jî, nasnavê `Endazyarê Aştbûna Giştî` pê hat bexşandin.

Jiyanname

Idrîs Mela Mistefa Barzanî
Idrîs Mela Mistefa Barzanî
Sala 1944 li gundê Barzan jidayik bû
Sala 1947 ligel malbata xwe bo başûrê Iraqê hat veguhestin
Dema 11 salan, jiyaneke zehmet a koçberiyê li Besre, Mûsil û Bexdayê derbas kir
1958 bavê xwe dibîne û vedigerin Herêma Kurdistanê
Sala 1961 bû Pêşmerge
Di derbaskirina erk û berpirsiyariyan de bû cihê baweriya Mistefa Barzanî
Rola wî di rêkeftina 11yê Adarê û lêkolînên sala 1974 û Bereya Kurdistanî de hebû
Piştî astengbûna Şoreşa Îlonê, rola wî ya diyar di şoreşê de hebû
Piştî astengiya 1975 bû serperiştkarê penaberan li Îranê
Jibilî Kurdî, bi Erebî û Farisî dixwend û dinivîsand
Guhdana wî bi warên netewî, olî, wêje û dîrokê hebû
31/1/1987 li nahiyeya Silîvana koça dawî kir
1993 cenazeyê wî ligel cenazeyê Mistefa Barzanî hatin vegerandin û li Barzan bi xakê hatin spartin
 


 

`Mirovekî canfida bû`

Hevrêyê koçkirî yê Idrîs Barzanî, Felekeddîn Kakeyî dibêje, “Idrîs Barzanî mirovekî xwendewar bû, têgihiştî bû û li Bexda navendî xwendibû û paşxaneyeke (background) baş hebû. Gelek girîngî bi Felsefe, helbesta cîhanî û liv û tevgera siyasî ya li cîhanê dida. Bi xwe mirovekî canfida bû, mirovekî wek derwêş bû, derwêşê tevgera Kurd bû, min ewqas têbînî kir, min nedît ti tiştek ji bo xwe hebe, her tim yek tişt digot, digot; piştî 1975 emanetek e li ser me ku vî xelkî bibin cihê xwe, wate xelkê Kurdistanê vegerînin ser cihê wan; ew ên li başûr vegerin Kurdistanê, ew ên li derve vegerin Kurdistanê, ew ên li cihên din bên vegerandin, wek bêjî ew hêviyên piştî Raperînê çêbûne, ev hêviya wî bû, digot, `ev hêviya me ye.`”

Ew kesên her tim nêzikî wî bûn, dibêjin, Idrîs Barzanî li gel xwendin û nivîsandinê, hevrêtiyeke baş hebû, şiyaneke zêde hebû di nivîsîn û dariştinê di zimanên Kurdî, Erebî û Farîsî de. Şevan heta dereng dixwend, dinivîsî û her tim kitêbek li gel bû. Her derfet ji bo xwendinê bikar dianî, hetta di nav otomobîlê de jî. Girîngî bi warên netewî, ayînî, edeb û dîrokê dida, piraniya helbestên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê û Wefayî jiber kiribûn. Kesayetek bû ku heza wî gelek zêde li edebê hebû.

Jiyana Pêşmergayetî

Idrîs Barzanî, Mela Mistefa Barzanî û Mesûd Barzanî
Ew Pêşmerge û hevrêyên ku nêzikî Idrîs Barzanî bûn, her dem behsa  xisleta cemawerîbûna wî dikin û dibêjin, Idrîs Barzanî qet xwe ji Pêşmergeyan cuda nedikir û bi sadeyî jiya û gelek caran li gel Pêşmergeyan li şikeft û bin keviran li çiyayên Kurdistanê rojên xwe derbas kirin.

Sala 1961an dema Şoreşa Îlonê dest pê dikir, Idrîs Barzanî roleke mezin hebû, taybetî di şerê Hendirên de, ku paşê giftugoyan di navbera Şoreşa Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de gihiştin rêkeftina 11ê Adara 1970, piştî sala 1975an di destpêkirina şoreşê û pêkanîna pêkhatina Bereya Niştimanî ya Iraqê û paşê di aştbûna niştimanî û aştbûna Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li gel Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de roleke mezin a Idrîs Barzanî hebû.

Berî wê jî, di pêkanîna peywendiya li gel partiyên beşên din ên Kurdistanê jî roleke mezin hebû, bi taybetî di pêkanîna hevahengiya li gel Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Abdullah Ocalan de. Ew taybetmendiya pêkanîna hevkariyê bi şêweyekî berçav bû ku di edebiyata Partiyê de wek `Endazyarê Aştbûna Giştî` hatiye binavkirin.

Sala 1964an, wê demê Mela Mistefa Barzanî li navçeya Ranye û derdora wê bû, ji bo alîkariya karûbarên Pêşmerge û îdareya serbazî, Idrîs Barzanî ji navçeya Barzan dibe cem xwe û berpirsyariya îdarî û serbazî pê dispêre.

 


 

Serpereştê destana binavûdeng

Gulana 1966an rasterast serpereştiya destana bi nav û deng a serkeftina li çiyayê Hindirên dike ku di şerê li beramber tank, top, firoke û êrişa serbazî ya rejîma wê demê ya Iraqê de, berevanî û serkeftineke dîrokî tomar kir. Ew ên wê serdemê, diyar dikin, Idrîs Barzanî hemû pêdawîstiyeke moralî bo serkeftinê dabîn kiribû di sengerên meydana destanê de û wek Pêşmerge û serkirdeyekî xwedî pir şiyan û wêrekîbexş, rola sereke lîst.

Idrîs Barzanî piştî têkçûna Şoreşa Îlonê, roleke mezin hebû di pêdeçûna pirsgirêk û girîftên koçberên Başûrê Kurdistanê de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê.

Di pêxistina Şoreşa Gulanê de ku di Gulana 1976an de dest pê bû, rol û bandoreke Idrîs Barzanî bi radeyeke ku hewl û tekoşîna bêhempa wek dînamo û navendeke moralî, sereke û aktîv tomar kir li beramber rewş û guhertina wê demê.

Felekedîn Kakeyî amaje bi wê jî dike, “Sala 1979an kongreya nehem hat kirin, di rewşeke gelek xerab de bû. PDK ji gelek aliyan ve di bin ambargoyê de bû li nav û derveyê Kurdistanê, ji aliyê serbazî zêdetir, ji aliyê siyasî ve di bin ambargoyê de bû. Di wê kongreyê de guncan hebû, ew bû Mesûd Barzanî bû Serokê PDKê û kak Elî Ebdullah jî bû Sekreterê PDKê, Kak Idrîs jî bi hemû sadebûna xwe ve qebûl kir ku Endamê Polîtburoyê be. Her tim cihê rêzê bû, Kak Mesûd, Serok bû, lê her tim tiştên bingehîn bo Kak Idrîs bicî dihişt di warê siyasî, civakî û peywendiyên derve de.”

Felekedîn Kakeyî, derbarê kesayetiya Idrîs Barzanî de diyar dike, dil berfirehî di meseleya peywendiyên li gel hemû partiyan de hebû.

 Hûrgiliyên çawaniya hewla terorkirina Idrîs Barzanî û rizgarbûna ji wê bûyerê

Idrîs Barzanî
Roja 1ê Berfanbara sala 1970 bo pêdeçûn û gotûbêjkirina çawaniya cîbicîkirina rêkeftina 11ê Adara 1970 û bi taybetî çarenivîsa Pêşmerge û pêkanîna hêza pasewanên sînor ji Pêşmergeyên Şoreşa Îlonê, Idrîs Barzanî çû Bexdayê û li gel Serokomarê wê demê yê Iraqê Ehmed Hesen Bekir û Sedam Hisên (wê demê Cîgirê Serokomar bû) hevdîtin pêkanîn.

Wê demê, Şêx Babo, mamê Mesûd û Idrîs Barzanî, di serdanekê de bû li mala Mela Mistefa Barzanî ya li Hacî Omeran, Şêx Babo çaverêyî Kak Idrîs bû ji bo ku ji Hacî Omeranê bi hev re vegerin Barzanê. Roja 6ê Berfanbarê, Şêx Babo ji Mesûd Barzanî dipirse, “Dikarî bizanî ka Idrîs Barzanî kengî vedigere? Eger di dema sê rojan de vegere, ez dê çaverê bim û eger zêdetir bimîne, ez dê bi tenê vegerim Barzanê.”

Mesûd Barzanî ji bo zanîna dema vegera Idrîs Barzanî peywendî bi Rêveberê Polîsê wê demê yê Hewlêrê Şêx Reza Gullanî dike û jê re dibêje, “Hewl bide telefon bo Kak Idrîs bike û jê re bêje, `Mam bilez e vegere Barzanê.`”

Rêveberê Polîsê Hewlêrê Şêx Reza Gullanê wisa têdigihije ku Mesûd Barzanî gelek pêwîst dibîne Idrîs Barzanî niha vegere û wê yekê digihîne Idrîs Barzanî. Wê demê otomobîla wî pirsgirêk tê de çêbûbû û li sanayiyê bû. Idrîs Barzanî jî li benda çêkirina otomobîla xwe nema, her zû otomobîlek kirê kir û demildest vegeriya Hewlêrê bêyî ku kesek bizane.

Êvariya heman rojê, 6ê Berfanbara 1970, Hemîd Berwarî û Mihemed Ezîz ku li gel Idrîs Barzanî bûn, otomobîla (Mercedes) wergirtin û bi wê ji bo xwarina êvarî derketin.

Di heman demê de Rêveberê Asayişa Giştî ya Iraqê Nazim Gizar plana `terorkirin (suîqast)` a Idrîs Barzanî amade kiribû, li çend cihan kemîn ji bo otomobîla Idrîs Barzanî danîbûn. Demjimêr 22.00ê şevê otomobîla Idrîs Barzanî ket ber destdirêjiya gulebarankirinê û li gor wan (êrişkaran) Hemîd Berwarî, Idrîs Barzanî ye, ji ber ku herdu hinek dişibiyan hev û di wê êrişê de zêdetirî 50 gulle bi otomobîla Idrîs Barzanî ketin û Hemîd Berwarî bi giranî birîndar bû û ziyan negihişt Mihemed Ezîz û Hesen Kawanî ku otomobîl diajo û Hesen Kawanî karî otomobîlê di nav kemînê de biajo heta ku ji kemîn û êrişê xilas bûn.

Peywendiya li gel Serok Barzanî û rola di Şoreşa Gulanê de

Idrîs Barzanî peywendiyeke bihêz li gel Serok Barzanî hebû û ew peywendî her tim û ji aliyê her kesê ve dihat zanîn.

Di pirtûka (Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd) de, ku ji aliyê Serok Barzanî ve hatiye nivîsandin, Serok Barzanî bi vî awayî behsa rola Idrîs Barzanî ya di Şoreşa Gulanê de dike.

Serok Barzanî di pirtûkê de diyar kiriye, “Kak Idrîs Barzanî baweriyeke temam bi parastina nasnameya yekgirtina tevgera rizgarîxwaz a Kurd hebû û girîngiyeke zêde bi piralîbûnê dida. Ev du faktor sedemên sereke bûn di pêkanîna derfeta aştbûna giştî di sala 1986an de, bi wî rengî jî nasnava `Endazyarê Aştbûna Giştî` pê hat bexşandin.

Behsa wê jî hatiye kirin ku Idrîs Barzanî bi nihênî serpereştiya kadirên siyasî û serbazî dikir bo Sûriyê bi mebesta amadekariyên ji bo vegera Kurdistana Iraqê û bi şêweyekî rasterast hejmareke zêde ya kadir û Pêşmerge şandin Kurdistanê.

Serok Barzanî di kitêba `Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaz a Kurd` de dibêje, “Kak Idrîs ji bo destpêkirina şoreşa çekdarî piştî têkçûna 1975, bi giyanê pêşkeftin û bi rewişteke bilind ve kar dikir. Wê têkçûnê hesta Kak Idrîs a bi berpirsyariyê du car zêdetir kir û wek kesekî berpirsyar li beramber bûyeran kar dikir. Li her cihekê bûya, Kurd li derdora wî kom dibûn û derbirîna gazind û hêviyên xwe di Kak Idrîs Barzanî de didîtin.”

Şoreşa Gulanê

Mesûd Barzanî - Idrîs Barzanî
Ji bo pêxistina Şoreşê, Idrîs Barzanî 8ê Adara 1974an serdana Bexdayê kir û du pêşniyazên şoreşê li ber desthilatdarên wê demê yên Bexdayê danîn:

Yekem: Yasaya otonomî heta dema salekê bê derengxistin, ji bo ku derfet hebe di wê demê de, herdu alî bigihêjin rêkeftinê

Duyem: Rêveberiya hevbeş ji bo Kerkûkê bê danîn

Di bersiva xwe de, Sedam Husên ji Idrîs Barzanî re got:

“Bi ti awayî ew yasa nayê derengxistin, rêveberiya hevbeş ji bo Kerkûkê nabe û yasaya otonomî jî, di dema xwe de tê ragihandin. 15 roj li ber destê we ne, ji bo ku hûn qebûl bikin yan nekin!”

“Ji bavê xwe re bibêje, eger neçar bim, ji berjewendiya Şahê Îranê, dest ji Şettul Ereb berdidim û hûn bacê didin.”

Li beramber jî, Idrîs Barzanî ji Sedam Husên re dibêje:

“Ya baştir ew e tu ji bo gelê xwe tenazulê bikî, ne ji bo xelkên din”

Serok Barzanî herwiha dinivîse:

Sala 1986an, Idrîs Barzanî serdana Tehranê kir û Haşimî Refsincanî, serokê parlementoya wî welatî dît.

Heman salê li Tehranê Celal Talebanî dît.

Sala 1986an, rola wî di serkeftina Kongreya Alîkariya Gelên Iraqê de hebû, ku li Tehranê ji bo opozisyona Iraqê hat sazkirin.

Pêwendî di navbera Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî de

Pêwendiyeke taybet û rûhî bû, ku di navbera kîjan kur û bavî de heye.

Idrîs Barzanî her çiqasî nêrîna wî hebû, bê dudilî fermanên Barzaniyê nemir bicih dianîn.

Barzaniyê nemir guh dida nerînên Idrîs Barzanî

Peywendiyên Idrîs Barzanî

Pêwendiya wî ya xurt ligel Partiyên Iraqî û Kurdistanî hebû

Li ser asta Iraqê, dewletên Erebî û Îranê heta Ewropa, çalakiya wî ya berbiçav ji bo mafên Kurdan hebû

Baweriya Idrîs Barzanî bi Şoreşê

“Demê em tûşî karesatê kirin, ji pişt ve xencer li me daye, lê Xweda her me bi biser dixe. Bawer bikin Kurdistan rizgar dibe.”

Helwesta Idrîs Barzanî li beramber tometa berpirsekî Îranê

Yek ji berpirsên wê demê yên Şoreşa Îranê ji Idrîs Barzanî re dibêje, “propagenda li dijî we tê kirin û hûn tên tawanbarkirin ku ser bi hinek welatan ve ne.”

Idrîs Barzanî bi vî awayî bersiva wî dide:

“Em ne bi ser ti aliyekî ne û em gelek in, ku mafê me ji me hatiye stendin, 180 hezar penaber li Îranê ne, dikarin hemûyan radest bikin, bikujin, perçe bikin, lê bawer bikin, em nabine zilamên kesekî.”

Idrîs Barzanî roja 31ê Çileya 1987, demjimêr 06.00ê sibehê, li gundê Silîvana yê ser bi parêzgeha Urmiye yê Rojhilatê Kurdistanê ve xatir xwest û li goristana bajarê Şino, li tenişta bavê xwe hat veşartin.

Piştî Raperîna bihara 1991, serkirdayetiya PDKê biryar da cenazeyên Mela Mistefa Barzanî û Idrîs Barzanî bên vegerandin û rojên 6-8/10/1993 bi merasîmeke taybet û beşdariyeke mezin a xelkê cenazeyên herduyan li gundê Barzan bi axê hatin spartin.

 

Rudaw

Top