• Wednesday, 25 February 2026
logo

Sancar: Bila Ocalan rasterast nêrînên xwe bi xwe bibêje

Gulan Media January 30, 2022 Nûçe
Sancar: Bila Ocalan rasterast nêrînên xwe bi xwe bibêje

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li ser gotinên Serokkomarê Tirkiyê yên derbarê Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan de got: “Deriyê Îmaraliyê vekin, nêrîna Ocalan çi be bila gel rasterast  bibihîse. Ji xeynî vê yekê hemû spekûlasyonên tên kirin vala û bê wate ne. Li ser vê yekê hewldanên pêkanîna tevlîheviyê di nav HDPê de bê bingeh in û nagihin armanca xwe.”  

HDP îro 29ê Çileya 2022ê bi serokoyetiya hevserokên wê partiyê Mîthat Sancar û Pervîn Buldan civiyan. Ji ber şert û mercên ne guncav ên hewayê û belavbûna virûsa Coronayê civîn bi awayekî online hat kirin. Di civînê de derbarê pêşhatên dawî yên di siyaseta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de gotûbêj hatin kirin.   

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar di axaftina xwe ya piştî civînê de bal kişand ser daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan ên derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û rêberê girtî yê  PKKê Abdullah Ocalan de û got: “Em wateya daxuyaniya Serokkomar ya li ser vê mijarê dizanin. Hewl tên dayîn ku di nav HDPê de tevlîheviyek bê çêkirin. Me çendîn caran got ku ev plan bisernakevin. Tişta ku divê bê kirin asan e, ew jî vekirina deriyê Îmraliyê ye.”

Mîthat Sancar diyar kir,  eger deriyê Îmraliyê bê vekirin hemû gelê Tirkiyê dê ji bîr û ramanên Abdullah Ocalan agahdar bibin û got: “Ji bo propagandayê, bikaranîna gotinên aktoreke siyasî ku derfeta wî nîne  dengê xwe bigehîne derve, ne hiqûqî ye û nayê qebûlkirin.”

Hevserokê HDPê bang li aliyên peywendîdar ên Tirkiyê kir û  got: “Me berî niha jî gotiye. Deriyê Îmaraliyê vekin bila gel rasterast nêrînên Ocalan bibihîze. Ji xeynî vê yekê hemû spekûlasyonên tên kirin vala û bê wate ne. Li ser vê yekê hewldanên pêkanîna tevlîheviyê  di nav HDPê de bê bingeh in û nagehin armanca xwe.”

Ev gotinên Hevserokê HDPê di demekê de ne Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di 26ê Çileya 2022ê di bernameyeke televîzyonî de ragihand, Abdullah Ocalan ji peyamên ku Selahhatîn Demirtaş ji girtîgehê  dide aciz e. Gotinên Erdogan di nav beşek ji partiyên opozîsyonê de bibûn sedema karvedanan.

Wekîlê Serokê Firaksiyona  Partiya Gel ya Komarî  Engîn Ozkoç di cîvîna firaksiyona partiya xwe de rexne li gotinên Erdogan girtibûn û gotibû “Derbarê Ocalan de dibêje, Ocalan ji peyamên Demîrtaş aciz e. A ku dizanim van rojan rê nayê dayîn, ku ligel parêzerên xwe jî hevdîtinê bike. Parêzerê nû yê Ocalan Recep Tayip Erdogan e.  Xuyaye di navbera van û Ocalan de telefoneke sor  yan jî kesekî sor  heye  û ev kes rasterast  Ocalan ligel Serokkamarê Tirkiyê bi telefonê dide axaftin. Ez niha dipirsim we kengî hevdîtin kir ku hûn dizanin aciz e?"

Parlamenterê Rihayê yê HDPê Omer Ocalan ku di heman demê de kesek ji malbata Abdullah Ocalan e derbarê van gotinên Serokkomarê Tirkiyê de ji Tora medyayî ya Rûdawê  gotibû: “Em hemû dizanin hilbijartinek jî nêzîk dibe ku di dema xwe de be yan jî pêşwext be, kêmtirî sal û nîvan maye, ji ber wê yekê jî Erdogan bi gotin û nêzîkatiya xwe dixwaze tevlîheviyekê di serê xelkê de çêbike. Ev tişt nerast e, em exlaqî jî nabînin û rast jî nabînin.”

Ev ne cara yekem e ku Serokkomarê Tirkiyê derbarê Selahattîn Demîrtaş û Abdullah Ocalan de diaxive. 12ê Çileya 2022ê jî Erdogan bi heman awayî îdia kiribû ku Demîrtaş dê hesabê bide Ocalan.Tevî ku hinek aliyan gotinên, Erdogan wek `destpêka proseyekê nû ya çareseriyê` şîrove kirin jî, lê hinek aliyan serokkomarê Tirkiyê bi wê yekê tohmetbar kiribûn ku `bi girtina partiyan qada siyaseta rewa teng dike` û `bi avakirina hîyerarşiyeke

 

Rudaw

Top