• Wednesday, 25 February 2026
logo

Cenazeyê 4 koçberan gihiştin Herêma Kurdistanê

Gulan Media January 30, 2022 Nûçe
Cenazeyê 4 koçberan gihiştin Herêma Kurdistanê

Cenazeyê 4 koçberên ku di deryaya Egeyê de xeniqîbûn, ji bo Herêma Kurdistanê hatin vegerandin. Du cenaze bo Duhokê, yek bo Silêmaniyê û yek bo Helebce hatin şandin.

Cenazeyê 4 koçberan gehiştin Herêma Kurdistanê kurdistanê du ji wan ku xwîşk û bira bûn, li Goristana Şaxkê li Duhokê hatin veşartin, lê termê dayîka wan birine parêzgeha Silêmaniyê, ji ber ku malbata bavê wê xwestin bibe wê derê, cenazeyê din jî jineke xelka Helebceyê bû.

Herwiha pênc cenazeyên din jî li Yûnanê ku hatine naskrin ên xelkê Herêma Kurdistanê ne, biryar e di destipêka meha bê de bigihîn Herêma Kurdistanê.

Bavê Bîlal û Sumeye, Casim Mihemed dibêje: “Ne şeva me şev bû û ne roja me roj bû, me kir û nekir ku ev cenaze bigihejin me. Cenazeyên hevjîn min, keça min û kurê  min in. Em spasiya hikûmeta Kurdistanê dikin ku ev başî li me kiriye.”

Serokê Dezgeha Lûtkeya bo Karûbarên Penaberan ji Rûdawê re ragihand ku  wan amadekariyên anîna cenazeyan kirine û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî lêçûyên wê li xwe girtiye û cenzae bi rêya Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatine anîn.

Yek ji wan Rebia Ebdurehman a xelka Helebce bû yên dên Rêzan Ebdurehman û kurê wê Bîlal û keça wê Sumeye bûn. Termên Bîlal Casim ê xwendekarê 12 û Sumeya Casin xwendekara kolejê Perwerdeya Binyat, li Goristana Şaxkê hatin veşartin.

Kesûkarê qurbaniyan Geylan Ehmed got: “Ev bûyer bi serê wan hatî gelek nexweş e, ev mehek derbas bû, heta niha jî hemû rojan taziyê bû.”

 

Rudaw

Top