• Wednesday, 25 February 2026
logo

Çavdêrekî siyasî: Ocalan bûye hevpeymanê Erdogan

Gulan Media January 30, 2022 Nûçe
Çavdêrekî siyasî: Ocalan bûye hevpeymanê Erdogan

Nivîskarekî Tirkiyê dibêje, serokê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan bûye hevpeymanê Erdogan û tifaqa Cumhûr.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Levent Gultekîn li ser Selahedîn Demîrtaş û Abdullah Ocalan gotiye, Demîrtaş piştî ku ket zîndanê zêdetir behsa demokrasiyê û yekitiya gelên Tirkiyê û aşitiyê dike û di vê mijarê de jî ji dil e.

Levent Gultekîn amaje bi gotinên Erdogan yên li ser Ocalan û Demîrtaş jî kiriye û gotiye, Erdogan dixwaze bi Ocalan li Demîrtaşê ku peyamên aştiyane û hevgirtinê dide, bide!

Bi gotina wî çavdêrî, Ocalan bûye hevpeymanê Erdogan û tifaqa Cumhûr ku ji AKP û MHPê pêk tê.

 

Basnews

Top