Endamekî ENKSê li Efrînê hat revandin
Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li navçeya Reco ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve hat revandin.
Çavkaniyên xwecihî ji Efrînê ragihandin ku girûpa çekdar a bi navê Cebhe El-Şamiyê ya ser bi Tirkiyê ve duh endamekî ENKSê yê bi navê Xebat Mislim Bekir li gundê Kosa ya devera Medana ya navçeya Reco girtin.
Heman çavkanî didin zanîn ku piştî çend demjimêran Xebat Mislim Bekir veguhastin bajarê Efrînê û heta niha ti gahî ji wî nehatine wergirtin.
Koma çekdar ya bi navê Cebhe El-Şamiyê di van demên dawî de gelek endamên ENKSê girtine, bêyî ku sedema girtina wan diyar bike.
Li gorî heman çavkaniyan Xebat Mislim Bekir beriya demekê hatibû girtin û piştî dayîna fidyekê serbest hatibû berdan.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Rudaw
