• Wednesday, 25 February 2026
logo

Bavê du ciwanên xeniqîne ragehand: Serokê Hikûmetê xema me kêm kir

Gulan Media January 30, 2022 Nûçe
Bavê du ciwanên xeniqîne ragehand: Serokê Hikûmetê xema me kêm kir

Piştî li ser erkdar kirina roja şemiyê ya serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî termê 4 koçberên di ava Ege de xeniqîbûn ji herêma Kurdistanê re hatin vegerandin, 3 kes ji wan endamên yek malbatê bûn û bavê Bîlal û Sumeya ku şeva borî termê wan li goristana Şaxkê hatin veşartin, bavê wan Casim Mihemed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Bîlal ê kurê min û Sumeya ya keça min û hevjîna min Rêzan roja 23.12.2021ê li Behra Ege xeniqîn. Piştî termên wan hatin dîtin û demekê jî man li Yewnanîstanê, ez gelek perîşan û dilteng bûm. Lê bi wî tiştî keyfxweş bûm ku li ser erkdar kirina birêz serokê hikûmetê Mesrûr Barzanî ve termên wan ji herêma Kurdistanê re hatin vegerandin.’’

Herwaha got: Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê xema me sivik kir. Ji ber me nedikarî wan termane bînin bo Kurdistanê. Ji ber wê li hember anîna termê hevjîna min û du zarokên min ez gelek spasiya wê alîkariya serokê hikûmetê dikim û bi rastî xema me kêm kir.’’

Bîlal Casim ciwanekî temen 18 salî û xwandevanê pola 12 ya amadeyî bû. Sumeya Casim jî temenê wê 20 salî bû û xwandevanê zankoya Duhokê bû. Dayîka wan Rêzan jî temen 44 salî bû û roja 23.12.2021yê li Behra Ege xeniqîn û duh 29.01.2022ê li ser erkdar kirina serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî termên wan ji Yewnanîstanê ve ji herêma Kurdistanê re hatin vegerandin.’’

 

Basnews

Top