Serok Barzanî peyameke serxweşiyê belav kir
Serok Mesûd Barzanî bi boneya koça dawî ya berpirsên herdu dezgehên Gulan û Îlonê yê Kerkûkê Arif Cemal peyameke serxweşiyê belav kir.
Îro roja şemiyê 29. 01.2022an Serok Mesûd Barzanî peyameke serxweşiyê bi minasebeta koça dawî ya berpirsên herdu dezgehên Gulan û Îlonê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihandiye: ‘’Bi xemgîneke zêde min xebera koça dawî ya Pêşmerge û kesayetîyê nîştîmanperwer û berpirsê herdû dezgehên Îlon û Gulanê yê Kerkûk Cemal Hemedemîn Seîd naskirî bi navê (Arîf Cemal) bihîst. Xwedêjêrazî têkoşer û qahremanekî gelê Kurdistanê û hilgirê madalyaya Barzaniyê Nemir bû ku mandûnenasane temenê xwe ji bo xebat û xizmetkirin ji armancên bilind ê gelê Kurdistanê terxan kirine.
Serok Barzanî serxweşî xwe ji malbat û ximz û heval û hewsengerên Xwedêjêrazî Arîf Cemal ragihandiye û aşkere kiriye:"Ez xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê Xwedê jê razî bi behişta bêrîn şad bike û sebir û aramiyê bide malbat û nas û hezkiriyan.’’
