• Wednesday, 25 February 2026
logo

Iraq – Li Diyale di êrişa firokeyên şer de 9 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Gulan Media January 30, 2022 Nûçe
Iraq – Li Diyale di êrişa firokeyên şer de 9 çekdarên DAIŞê hatin kuştin

Di bordûmana firokeyên Iraqî de herî kêm 9 çekdarên DAIŞê li parêzgreha Diyale hatin kuştin.

Wezareta navxwe ya Iraqê ragehandiye, şeva borî firokeyên şer yên Iraqê çeperên DAIŞê yên li devera Uzêm li parêzgeha Diyale bordûman kirin.

Li gorî agahiyan, di wê êrişê de herî kêm 9 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ew operasyona han bo hildana tola 11 serbazên Iraqî bû ku roja 21 vê mehê li devera Uzêm ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kuştin.

 

Basnews

Top