• Wednesday, 25 February 2026
logo

Dayîkek: Kurê min ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin

Gulan Media January 30, 2022 Nûçe
Dayîkek: Kurê min ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin

Dayikeke Kurd ji Hesekê ragihand ku ku Tevgera Ciwanên Şoreşer kurê wê birine.

Malbata zarokekî Hesekê bi navê Mihemed Azad, dibêje kurê wan ji aliyê Tevgera  Ciwanên Şoreşger ve hatiye birin.

Sûad Xelîl, Dayîka Mihemed Azad beşdarî bultena Rûdawê bû got, roja Çarşema borî kurê wê li taxa Miftî ya bajarê Hesekê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşer ve hatiye birin û heta niha ew çarenivîsa wî nizanin.

Sûad Xelîl diyar kir ku kurê wê 15 salî ye û bi gotina wê hinek şahidhalan dîtiye ku kurê wê ji du endamên Tevgera Ciwanên Şoreşer ve li otomobîlekê hate siwarkirin û piştre ti agahî ji wî wernegirtiye.

Dayîka Mihemed bi rêya Rûdawê bang li berpirsên Rêveberiya Xweser û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî kir ku kurê wê vegerînin ji bo ku biçe xwendina xwe berdewam bike.

 

Rudaw

Top