Li Silêmaniyê kampanyayek ji bo PKKê hat destpêkirin
Însiyatîfa Navnetewî ya Ji bo Kurdan Edalet li parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê, kampanya ji bo derxistina PKKê ji ‘Lîsta terorê’ da destpêkitin.
Li Silêmaniyê bi beşdarbûna hejmarek kesayet û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê, Kampanyaya îmzeyan a ji bo derxistina PKKê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ ên Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê hat destpêkirin.
Siyasetmedarê Kurd Mihemed Emîn Pêncwînî di kampanyaya ku ji bo derxistina PKKê ji lîsteya “rêxistinên terorê” hat destpêkirin de axivî û got, “Derxistina PKKê ji vê lîsteyê dê rasterast bandorê li pirsgirêka Kurd bike û deriyên nû vebike.”
Mihemed Emîn Pêncwînî ew kampanya weke erke niştimanî bi nav kir û got: “Ev biryara nehiqûqî, siyasî û neqanûnî ya Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê, mîna werîseyekê ku bi stûyê doza Kurd a Bakurê Kurdistanê ve girêdayî ye. Her dema ku çalakiyek tê kirin, endamên PKKê bi awayekî derqanûnî tên darizandin û li dijî wan biryarên neheq tên dayîn."
Pencwînî bi bîr xist ku li Ewropa û welatên din jî kampanyayeke bi vî rengî hatiye destpêkirin û got, “Derxistina PKKê ji lîsteya rêxistinên terorê tê wateya derxistina doza Kurd ji vê lîsteya cîhanê. Derxistina PKKê ji vê lîsteyê dê rasterast bandorê li pirsgirêka Kurd bike û hem li Bakurê Kurdistanê hem jî li Ewropayê deriyên nû yên siyasî veke.”
Siyasetmedarê Kurd herwiha da zaîn ku xistina navê PKKê di nava lîsta “rêxistinên terorîst” de li ser daxwaza Tirkiyê çêbûye.
Di 13ê Kanûna 2021an de li gelek welatên Ewropayê ji bo PKKê ji lîsteya “rêxistinên terorê” yên Yekîtiya Ewro û Amerîkayê bê derxistin kampanyaya îmzeyan hatibûn destpêkirin.
Rudaw
