Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dest ji kar berda
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê dest ji kar kişand û li şûna wî wezîrê berê yê dadê hat danîn.
Wezîrê dadê yê Tirkiyê Abdulhamît Gul derengiya şeva borî li ser twîttera xwe ragehand ku wî dest ji kar berdaye û serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan jî qebûl kiriye.
Gul da zanîn jî, li şûna wî wezîrê berê yê dadê Bekir Bozdag hatiye danîn.
Bekir Bozdag ev sêyemîn car e di dema hikûmeta AKPê de dibe wezîrê dadê yê Tirkiyê.
