Îran girtiyeka PKKê teslîmî Tirkiyê dike
Hikûmeta Îranê girtiyeka PKKê, ku xelka Bakurê Kurdistanê ye, teslîmî Tirkiyê dike.
Malpera mafên mirov ya Hengaw ragehandiye, hikûmeta Îranê girtiya PKKê Sînor Tamara ku du sal berê ji aliyê pasdarên Îranê ve hatibû girtin û niha di girtîgeha Ormiyê de ye, teslîmî Tirkiyê dike.
Sînor Tamara xelka Bakurê Kurdistanê ye û payîza sala 2020 di şerê PKK û pasdarên Îranê de li parêzgeha Ormiyê ji aliyê pasdaran ve hatibû girtin.
Dadgeha Ormiyê sizayê 10 sal zîndan bi ser wê endama PKKê de sepandibû.
Basnews
