Li Dîlokê tîmeke çiyageran berfa li ser banan diavêjin
Tîmeke çiyageran a li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, vê carê ne li ser çiyayekê, lê li ser banê xaniyan e û berfa li ser xaniyan diavêje.
Di heftiyekê dawî de li vê parêzgehê berfeke zêde bariya. Bi awayekê li navenda bajêr asta berfê 50 santîmetre derbas kirine û beşeke zêde ya wê berfê li ser banê xaniyên welatiyan maye. Ev yek jî bo tîma çiyageran bûye deriyekê dahatê.
`Zivistana reş`
Alî Çekematma, Serokê Komaleya Werzişên Xwezayê û Çiyageriyê ya Dîlokê, dibêje, “Em çîyagerên profesyonel in. Me çiyagerî wek werzişê dikir, lê em di vê zivistana reş de li cem xelkê Dîlokê ne û hewil didin berfa li ser banê xaniyên bilind biavêjin û barê wan kêm bikin.”
Di rojên dawî de karê vê tîma çiyageran zêde bûye. Gelek kes ji bo avêtina berfa li ser banên xaniyên xwe peywendiyê bi wan dikin. Ew jî bi amûrên xwe yên pêşketî yên çiyageriyê diçin ser banên avahiyên bilind û bi bêran berfa wan diavêjin.
Avahiyên di bin metirsiyê de
Alî Çekematma, Serokê Komaleya Werzişên Xwezayê û Çiyageriyê ya Dîlokê, radigihîne, “Xelk di 3 rojên dawî de gelek peywendiyê bi me dikin. Em li Dîlokê tîmeke 7 kesî ne. Em bi tîma xwe ve bi qasî ku ji destê me tê em diçin wan cihên ku metirsiya hilweşînê li ser wan heye. Em li beramber vê yekê jî pereyekê bidest dixin.”
Îsal tûndtirîn zivistana deh salên borî bi ser parêzgeha Dîlokê de hat. Ji ber barîna berfa zêde banên beşek ji xaniyên welatiyan xwe li hilweşiyan. Di zivistanan de çûna li ser banên xaniyên bilind gelek metirsîdar e û xelk nikarin bi asanî berfa li ser wan biavêjin. Ji ber vê yekê jî niha xelkê navçeyê ji vî karê tîma çiyageran kêfxweş in.
Rudaw
