Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa li ser balefirgeha Bexdayê şermezar kir
Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşa srr Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê şermezar kir û weke geşedaneke metirsîdar bi nav kir.
Li ser hesabê fermî yê Twitterê ya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat ragihandin: “Em armanckirina Balafirgeha Bexdayê ya bi mûşekan, şermezar dikin.”
Herwiha di twîtê de hat diyarkirin: “Berdewambûna hewldanên têkdana aramî û seqamgîriyê, geşedaneke metirsîdar e û divê rê ê were girtin.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kiriye ku hebûna metirsî û gefê li ser asayîşa balafirgehê, zirareke mezin didin nav û pêgeha Iraqê.
