• Wednesday, 25 February 2026
logo

Wezareta Tenduristiya Iraqê: Pêla çarem ya Koronayê gihîştiye asta herî bilind

Gulan Media January 29, 2022 Nûçe
Wezareta Tenduristiya Iraqê: Pêla çarem ya Koronayê gihîştiye asta herî bilind

Wezareta tenduristiya Iraqê ragehand, pêla çarem ya vîrusa Koronayê li Iraqê gihîştiye asta herî bilind.

Berpirsê ofîsa fermangeha giştî ya tenduristiyê li wezareta tenduristiya Iraqê, Riyaz Hilfî ragehandiye, vîrusa guhertî ya Koronayê ya bi navê Omîkron pir bi hêsanî û bi lez belav dibe.

Riyaz Hilfî her wiha gotiye, niha rojane zêdetirî 8 hezar pêketiyên Koronayê li Iraqê tên tomarkirin û ev jî nîşan dide ku Iraqê gihîştiye asta herî bilind ya pêla çarem ya Koronayê.

Wî berpirsê wezareta tenduristiya Iraqê daye zanîn jî, bo lêdana vaksînê çi ji destê wan tê dikin lê ya herî girîng ew e divê welatî xwe biparêzin û şîretên tenduristiyê bicîh bînin.

 

 

Basnews

Top