• Wednesday, 25 February 2026
logo

Êriş li ser xaleke şervanên HSDê hat kirin

Gulan Media January 29, 2022 Nûçe
Êriş li ser xaleke şervanên HSDê hat kirin

Li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrezorê êrîş bo ser xaleke leşkerî ya şervanên HSDê hat kirin. HSDê 7 tohmetbar jî desteser kirin.

Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov,  êrîş ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞê ve bo ser xala Hindî ya HSDê hatiye kirin û piştre şer û pevçûn di navbera hêzên HSDê û êrîşkeran de derketiye û derdora nîv demjimêrekê berdewam kiriye, piştre ew kes ber bi cihekî nediyar ve reviyane.

Li aliyê din HSDê 5 kes li bajarokê Zîban, yek li gundê Teyb El-Fal û 7 kes li bajarokê Bisêre li parêzgeha Dêrezorê bi tohmeta endamtiya DAIŞê desteser kirin, bi vî awayî hejmara kesên ku ji aliyê HSDê ve di 3 rojan de hatine desteserkirin gehişte 42 kesan.  

Piştî êrîşên DAIŞê bo ser Girtîgeha Xiwêran a Hesekê di 20ê vê mehê de, HSDê li gundên Dêrezorê û navçeyên din ên Rêveberiya Xweser dest bi operasyona desteserkirina endam û alîgirên DAIŞê kiriye.

 

Rudaw

Top