Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanya kir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li biryara Almanyayê ya ji bo dirêjkirina erkê hêzên xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê Îngilîzî ragihand: “Ez pêşwazî li biryara Parlamentoya Almanyayê ya ji bo dirêjkirina erkê hêzên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê dikim.”
Mesrûr Barzanî tekez kir: “Ev pêngav û piştevaniya navdewletî, ji bo şerê dijî DAIŞ û rahênana hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, pêwîst in.”
Îro Parlamentoya Almanyayê biryar da, erkê hêzên welatê xwe li Iraq û Herêma Kurdistanê heta 31ê Cotmeha îsal dirêj bike.
Basnews
