Serkirdeyekî Rojava: PKK qet naxwaze DAIŞê tine bibe
Serkirdeyekî Rojavayê Kurdistanê dibêje, hebûna rêxistina terorîstî ya DAIŞê bi sûda PKKê ye.
Serkirdeyê PDK-Sê, Şahîn Ehmed ji BasNewsê re got, şerê Hesekê di navbrera HSD û DAIŞê de nîşan da ku rewşa ewlehiyê û sîstema ewlehiya HSDê gelekî lawaz e û zû dişkê.
Şahîn Ehmed her wiha got, HSD ji ber ku tevahiya biryarên serbazî, ewlehî û îdarî di destê wê de ne, li hember tevahiya şer û aloziyên HSKê berpirsiyar e.
Wî serkirdeyê Rojava da xuyakirin ku eger DAIŞ nemîne bi ziyana PKKê ye ji ber ku ew dixwaze qaşo li dijî terorê şer bike û bi vî rengî xwe ji lîsta terorê derxîne. Loma qet naxwaze DAIŞ tine bibe.
Şahîn Ehmed, girtîgehên DAIŞê wek “zeviyên mînan” bi nav kir û got, DAIŞ zêdebarî ku erd û xaka xwe ji dest daye lê hîn jî bihêz e ji ber wê jî divê di warên serbazî, ewlehî, siyasî û hizrî û fînansê de DAIŞ û hizra DAIŞê were tinekirin.
Wî serkirdeyê kurdê Rojava bang li civaka navdewletî jî kir çareyekê ji girtiyên DAIŞê yên li Rojava re bibînin û her welatek çekdarên xwe werbigire.
Bi gotina Şahîn Ehmed, Îran û Rûsya ne li dijî livîn û tevgerên DAIŞê ne li Rojava, çimkî dixwazin li dijî Amerîka bikar bînin.
Basnews
