• Wednesday, 25 February 2026
logo

Endamekî şanda PDKê: Serkeftina Hoşyar Zêbarî misoger e

Gulan Media January 28, 2022 Nûçe
Endamekî şanda PDKê: Serkeftina Hoşyar Zêbarî misoger e

Endamekî şanda danûstankar ya PDKê dibêje, ew bo serxistina kandîdê xwe yê serkomariyê dixebitin û serketina wî jî misoger e.

Endamê şanda danûstankar ya PDKê li Bexdayê, Şiwan Mihemed Teha ji BasNewsê re got, vetoya me li ser çi aliyekî nîne û em bi her kes û aliyekî re hevdîtin û diyalog dikin.

Şiwan Mihemed Teha her wiha got, hilbijartina serkomar pirosyeke demokratîk e. Em li deriyê her kes û aliyekî didin.

Wî endamê şanda PDKê anî ziman jî, serkeftina kandîdê PDKê Hoşyar Zêbarî misoger e lê ew dîsa jî bo serxistina wî dixebitin.

 

Basnews

Top